Piştî Omîcronê hejmara pêketiyan zêde bû: Aşî şert e 2022-01-22 09:04:51 AMED - Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, destnîşan kir ku ger polîtîkayên tenduristiyê di ber çavan re neyên derbaskirin dê hejmara pêketiyan zêdetir bibe û ji bo vê bal kişand ser bernameyeke ji bo aşiyê.  Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi Covîd-19'ê dikevin her diçe zêdetir dibe. Bi taybetî piştî varyanta Omîcronê hejmara pêketiyan zêdetir dibe. Li gor daneyên 21'ê Çileyê yên Wezareta Tenduristiyê di 4 saetên dawî de 72 hezar û 555 kes bi Covîd-19'ê ketine û 181 kes jî jiyana xwe ji dest dane.    Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, anî ziman ku varyanta Omîcronê li gor varyantên din zûtir belav dibe û got: "Em dizanin dema qupketinê ya Omîcronê roj û nîv û 3 roj in." Tûran, diyar kir ku ji ber ku li ber destê wan daneyên bi rêk û pêk tune ne, nizanin li Tirkiyeyê rewşa Omîcronê çawa ye.    DANE NAYÊN PARVEKIRIN   Tûran, bal kişand ser rewşa dawî ya Amedê û diyar kir ku li bajêr asta aşîkirinê kêm e û rêjeya doza dudoyan a aşiyê li dor ji sedî 60'î ye. Tûran got: "Li Amedê ev mehek e hejmara pêketiyan zêde dibe. Hin pêketî hene, wekî Omîcronê ne. Bi qasî e dizanin heya niha çend kes bi vê varyantê ketine. Ji lew re dane bi me re nayên parvekirin. Lê ger tevdîr neyên girtin dê hejmar zêdetir bibe.   KAMPANYAYA AŞIYÊ   Tûran, destnîşan kir ku heya niha varyanta Omîcronê li zêdetirî 100 welatî belav bûne û di nav 2 mehan de pir zû belav bûye. Tûran got: "Li Amedê jî wisa ye. Lewma divê tevdîrên cidî bên girtin. Polîtîkayeke parastîner a xizmeta tenduristiyê divê û divê bernameyeke xurt a ji bo aşîkirinê hebe. Têkildarî aşiyan pêdivî bi daxuyaniyên zelaltir heye."