Salih Muslim: Êrişên DAIŞ'ê bi piştgiriya Tirkiyê pêk tên 2022-01-22 10:07:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Hevserokatiya Konseya PYD'ê Salih Muslim diyar kir êrişên DAIŞ’ê ji hêla Tirkiyê ve hatiye fînansekirin û got: “Ev êriş bi rengê konsepte anîn. Êrişa ku starta wê li Astana dan, beriya wê herêm hate dorpêçkirin û rê ji êrişên Tirkiyê re vekir."  Endamê Hevseroktiya Konseya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim derheqê êrişa DAIŞ’ê ya li Girtîgeha Sînaayê ya Hesekê ji ANF'ê re axivî.    Muslim diyar kir ku domdariya êrişan mezinbûna plana êrişan nîşan dide û wiha got: "Êriş ji derve hatine palansazkirin. Ya girîngtir lîderekî çeteyan ku beriya niha hatibû girtin jî vê yekê gotibû. Hicreyên veşartî yê li herêmê, hemû muhîmmat û lojîst ji wan herêman ên di bin dagirkeriya Tirk de û ji Iraqê tên Naxwe tiliya van div an êrîşan de heye. Wiha tê fêhmkirin ev demeke haziriya van êrîşan tê kirin Wiha fêhmkirin ne ku hema wiha ji ber xwe ve çêbûye."   Muslim bi bîr xist beriya bi mehekê hêzên QSD’ê bi operasyonekê rayedarekî payebilind ê DAIŞ’ê hatiye girtin, wê demê vî kesî planên êrişê vegotiye, li xwe mikur hatibû bi wesayitên bombebarkirî wê êriş bianîna, pişt re çete biketana hundir û DAIŞ’iyên girtî berdana.    'ÊRIŞ HATINE PLANKIRIN'    Muslim wiha axivî: "Her kes pê dizane ku êriş beriya niha plan kirine. Li qadên jîngehên sivîl cebilxane hatine danîn. Bi hicreyên veşartî yên li Hesekê heta bi girtîgehê çûne. Çeteyên li hundir jî tevlîhevî kirine. Hin çeteyan hewl a ku bazdin. Agahiyên zelal her ku diçe derdikevin holê. Ji duh ve li girtîgehê û derdora wê şer heye. Hin jê reviyaneke taxên din ên bajêr. Hêzên Ewlehiya Navxwe ji bo ku bajêr ji çeteyan paqi bike li Hesekê qedexeya derketina derve ragihandine.’’   Muslim bi berdewamî diyar kir di civîna dawî ya Astana de ji 10 xalên ku hatine nîqaşkirin 8 jê derheqê Bakur-Rojhilatê Sûriyê de ne û wiha got: "Ew der terorîst e, dabeşar e’’ hatiye xwestin ku hilweşînin. Ev hemû konseptek e. Gava pêşî ya êrişê ev e. Êrişên ji Şehba heta bi Zirganê, dorpêçkirina herêmê, ji aliyê Başûrê Kurdistanê û rejîma Sûriyê ve girtine deriyê sînoran, çekdarkirina DAIŞ’iyên li kampên herêmê û girtîgehan, ev hemû parçeyek ji vê konseptÊ ne.   'DEWLETA TIRK DIXWAZE ROJAVA RÛXÎNE'    Li her deverê çi qasî bikaribin tevlîheviyan bikin ev di berjewendiya wan de ye. Hemû armanca êrişên dewleta Tirk rûxandina rêveberiya vir e. Ji ber vê tişta ku ji dest wan tê texsîr nakin. Heta niha bi dehan hicreyên DAIŞ’ê û çete hatine girtin û têkiliya van hemûyan ên bi dewleta tirk re derketin holê. Ji ber vê yekê ev êriş anîne, ne bi serê xwe ne. Hin kes muhîmat û desteka lojîstîk dide van. Naxwe biserê xwe nikarin vê bikin."   'DIVÊ CÎHAN TALÛKEYA DAIŞ'Ê BIBÎNE'    Muslim anî ziman ku di serî de hêzên navnetewî divê hemû cîhan talûkeya DAIŞ'ê bibîne û heke girtiyên DAIŞ’ê birevin, ku hejmara wan bi qasî deh hezaran e, ev ê herî pir tesîrê li ser welatên rojavayî bike û heke bi rastî jî dixwazin ji terorîzmê xilas bibin divê alîkar bin û li dijî wan hêzan bin ku destekê didin DAIŞ’ê.   Muslim diyar kir ku ew dixwazin dadgeheke navnetewî ava bike û DAIŞ’î li wir bêne darizandin û ew ê ji ber êrişan dev ji jiyana azad û demokratîk neqerin û li ber xwe bidin.