Hiqûqzan: Doza Denîz Poyraz ji bo pêkanîna aştiyê girîng e 2022-01-22 11:03:28 ÎZMÎR – Hiqûqzanan banga beşdariya doza Denîz Poyraz kirin û diyar kirin ku ji bo pêkanîna aştiyê û hiqûqê doza Denîz Poyraz girîng e.  Kujer Onur Gencer di 17’ê Hezîrana 2021’an de avêtibû ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Îzmîrê û gulebaran kiribû û di encama êrişa çekdarî de endam û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kiribû. Doza Denîz Poyraz ku kujer Gencer jê tê darizandin wê rûniştina duyemîn di 24’ê mehê de li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê were lidarxistin. Beriya danişînê partiyên siyasî, rêxistinên jinan û hiqûqê banga beşdariya dozê dikin. Hiqûqzanên dozê dişopînin û parêzeriya dozê dikin banga beşdariya danişînê kirin.    ‘DELÎL NEHATINE BERHEVKIRIN’    Ji parêzerên dozê Turkan Aslan Agaç anî ziman ku di warê hiqûqê de nayê qebûlkirin ku dadgehê doznameyek ewqas ji rêzê pejirandiye û ew li dijî vê derdikevin. Agaç da zanîn ku ji bo tevahiya delîl û piştperdeya qetlîamê derkeve holê di nava hewldanan de ne û dixwazin bala dadgehê bikişînin ser delîlên kêm hatine berhevkirin.    ‘DIVÊ BERSÛC WERE DARIZANDIN’    Agaç diyar kir ku kujer li ser kursiyê bersûc pir bi rehetî tevdigere û ev di warê hiqûqê de problemek mezin e û ji ber îqtidara siyasî li dijî vê cînayeta nijadperest û siyasî derneket û cînayetê ronî nekir lewma ewqas delîl nehatine komkirin û kujer rehet tevdigere. Agaç got ew dixwazin di vê rûniştina dozê de dadger biryara navberê ava bike û derbasî darizandina bersûc bibe. Agaç destnîşan kir ku heta ku bûyer ronî bibe û plansaziya wê were eşkerekirin wê bi her awayî lêkolîn bikin û ji ber bûyerên wiha girîng baş nayên lêkolînkirin cînayetek din an bûyerek din bi vî rengî li pey tê. Agaç diyar kir ku divê kujer baş were darizandin û cezayê heq dike lê were birîn û divê her kes ji bo pêkanîna aştiyê, hiqûqa dewletê û demokrasî û azadiya vî welatî xwedî li dozê derkeve û her kesî vexwend danişînê.    ‘DOZGER DOZÊ WEK DOZEK EDLÎ DIBÎNE’    Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê Şukran Ozturk jî anî ziman ku di danişîna ewil de diyar bû ku hêzek li pişt kujer e û dozger vê dosyeya cînayeta siyasî wek dozek edlî dibîne û lê ew ê destûr nedin ku dozger û dadger vê doza girîng piştguh bikin. Ozturk anî ziman ku polîsan û dozger bi zanebûn lêpirsînek bi bandor birêve nebirine û li şûna ku polîs û dozger delîlan berhev bike lê parêzeran delîlan berhev kiriye. Ozturk got ew ê wek OHD’ê daxwaz bikin ku mudaxilî dosyeyê bibin û ev doz ji bo civakê gelek girîngî. Ozturk destnîşan kir ku di vê dozê de jî pir eşkere xuya dibe ku sûcên li hemberî kurdan bi polîtîkaya cezakirinê tên encamkirin û ji bo aştiya civakî û aramiyê û azadiyê divê dest ji polîtîkaya bêceza hiştinê were berdan. Ozturk got dema polîtîkaya bêceza hiştinê ya li ser hemû dosyeyan baş were deşîfrekirin dê wê çaxê aramî û aştî were. Ozturk da zanîn ku danişîna di 24’ê mehê de gelek girîng e û divê dadgeh li ser darizandina kujer bisekine û xwest her kes beşdarî danişînê bibe.    MA/ Tolga Guney