Li Bursayê penaberek ji Sûriyê hat kuştin û penaberek jî birîndar bû 2022-01-22 11:18:06   BÛRSA - Li navçeya Osmangaziyê 2 welatiyên ji Sûriyê rastî êrişa çekdarî hatin. Yek ji penaberên birîndar jiyana xwe ji dest da.   Li taxa Hocahasan a navçeya Osmangazî ya Bursayê du welatî ango penaberên ji Sûriyê rastî êrişa çekdarî ya kesekî hatin. Hat zanîn ku ev welatî yek jê jin û yek jî mêr e û nasnameya wan nehatiye diyarkirin. Êrişkarê bi demançeyê êrişî penabaran kir piştî bûyerê ji cihê bûyerê reviya.   Bûyera ku duh bi şev pêk hat de piştî îxbarê tîmên tendurîstiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Welatiyên li derdorê ewilî zilamê ku birîndar bûbû rakirin nexweşxaneyekî taybet. Pişt re tîmên tenduristiyê ku sewqî cihê bûyerê hatin kirin jî jina birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çekîrgeyê.    Hat zanîn ku zilamê birîndar li nexweşxaneyê tevî hemû mudaxileyên tibî jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku rewşa jina birîndar bûye jî giran e û xetereyê ji ser xwe neavêtiye.