Ji bo welatparêz Apê Şêro wê sibê şîn were dayîn 2022-01-22 12:03:19 STENBOL - Ji bo xebatkarê TUAYDER’ê Mehmet Emîn Başaran ê ku emrê xwe di ber têkoşîna azadiyê de da û di 12’ê çile de jiyana xwe ji dest da, sibê dê li Yenîbosnaya Stenbolê şîn were dayîn.  Endamê Komeleya Alîkarîiya Piştevaniya Malbatên (TUAYDER) Mehmet Emîn Başaran (Apê Şêro 64) ê ku emrê xwe di ber têkoşîna azadiyê de da roja 12’ê çile jiyana xwe ji dest da. Apê Şêro demek dirêj bû bi nexweşîna penceşêra piş ketibû. Cenazeyê wî li Edeneyê hatibû veşartin. Wê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bahçelîevlera Stenbolê sibê ji bo Apê Şêro dê li avahiya Komeleya Hezo ya Êlihê ku li semta Yenîbosnayê ye şînê deyne û sersaxiyan qebûl bike.    JI BER ZEXTÊN DEWLETÊ KOÇ KIR    Apê Şêro di sala 1958’an de li gundê Erkenda bi ser navçeya Berweriya Sêrtê ve hatiye dinê. Leşkeran di sala 1986-87’an de bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” li gund wî kirin binçavan û 30 roj hat îşkencekirin. Di sala 1990’î de ji ber zextên dewletê û lêferzkirina cerdevaniyê ji gundê xwe koçî Edeneyê dike. Apê Şêro di sala 1994’an de li Edeneyê bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” tê girtin û du sal di hepsê de dimîne. Apê Şêro û malbata xwe 25 sal berê jî ji Edeneyê koçî Stenbolê kirin û li semta Yenîbosnaya Stenbolê bicih bûbû. Apê Şêro her tim ji bo têkoşîna azadiya kurdan têkoşiya û di 12’ê çile de koça dawî kir. Kurê wî Îdrîs Başaran niha girtî ye û ji ber nexweş e rewşa wî giran e.