HDP’ê banga beşdariya doza Denîz Poyraz kir 2022-01-22 12:17:13   ÎZMÎR - Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê banga beşdariya doza Denîz Poyraz kir û xwest her kesê li dijî îqtidarê xwedî li dozê derkeve.    Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Îzmîrê ji bo rûniştina duyemîn a doza Denîz Poyraz ku wê di 24’ê çile de li Dadgeha Îzmîrê were lidarxistin, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Nûnerên pêkahetên HDP’ê beşdarî civînê bûn û pankarta “Em ê ji kujeran hesab bixwazin. Faşîzm wê têk here, em ê bi ser bikevin” daliqandin.    Hevserokê HDP’a Îzmîrê Abdulkadîr Baydur di civînê de axivî û diyar kir ku êrişa li dijî partiya wan pêk hat li dijî her kesê alîgirên ked, aştiyê û muxalîfan pêk hatiye. Baydur da zanîn ku lewma doza Denîz Poyraz girîng e û got: “Em ê roja danişînê li dadgehê kujeran bidarizînin û faşîzmê biqewir3inin. Em partiya jiyana azad û wekhev diparêz in. Faşîzma ku nikare partiya me bi siyasetê têk bibe, êrişan wiha pêk tîne. Em dibêjin ev dozek siyasî û bêhiqûqî ye. Em ê tevî van êrişan jî ji ya xwe neyên xwarê û azadî û aştiyê biparêzin. Em bang li her kesê alîgirên ked, demokrasî û aştiyê ne dikin ku beşdarî dozê bibin.”    BANGA XWEDÎDERKETINEÊ    Hevseroka HDP’a Îzmîrê Besriye Tekgur jî êrişa li dijî partiya wan di heman demê de li dijî gelê Îzmîrê pêk hatiye û divê her kes xwedî li dozê derkeve û got: “Divê her kesê li dijî îqtidarê ye xwedî li dozê derkevin.”