Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 320’emîn de ye 2022-01-22 12:17:52 RIHA - Malata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne got: “Wê rojekê edalet ji her kesî re lazim were. Rojek dereng an jî nêz wê edalet cihê xwe bibîne.”  Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku ji 9’ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê didomîne di roja 320’emîn de berdewam dike. Ji ber ku dawiya hefteyê ye malbatê li mala xwe ya pirsûsê nobeda xwe dewam kir. Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal vê peyamê belav kir: “Wê rojekê edalet ji her kesî re lazim were. Rojek dereng an jî nêz wê edalet cihê xwe bibîne. Edaleta derengmayî bêedaletî ye.”