Di şerê li Eyn Îsayê de du sivîl hatin kuştin 2022-01-22 12:18:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Tirkiyê û hêzên paramîlîter ên giradayê wê êrişî Eyn Îsayê kirin û du sivîlan jiyana xwe ji dest da.  Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyê ji serê sibehê ve êriş birin ser gundên Mişêrfê, Cehbel û Mielek ên Eyn Îsa, Kampa Eyn Îsa û rêya M4'ê. Hêzên QSD'ê di cih de bersiva êrişan dan û êriş hat şikandin.    Di şer de gelek endamên hêzên paramîlîter hatin kuştin, 2 cenazeyên wan ketin destê hêzen QSD'ê.   Her wiha hat ragihandin di bombebaranê de 2 welatiyên sivîl ên ji gundê Cehbeyê jiyana xwe ji dest dane. Hat zanîn ku li herêmê şer berdewam dike.