Li Qilebanê kesek hat girtin 2022-01-22 13:21:46   ŞIRNEX - Li bajarokê Sêgirkê Nusret Babat ê ku çend roj berê hatibû binçavkirin, hat girtin.   Li bajarokê Sêgirkê bi ser navçeya Qilêbana Şirnexê ve welatiyê bi navê Nusret Babat ê ku çend roj beriya niha di serdegirtina malê de kiribûn binçavan, sewqî edliyeyê hat kirin. Dozger îfadeyên Babat girt û bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi îdiaya, "Propagandaya rêxistinê kirye” biryara girtina Babat da û wî şand Girtîgeha Şirnexê.