Indexê Erdogan wek 'zordestê sala 2021'an eşkere kir 2022-01-22 13:49:37   NAVENDA NUÇEYAN - Index on Cosorship ji bo ku zordestê salê diyar bike her sal anketan pêk tîne û li gorî vê anketa 2021'an Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan bû yekemîn.    Index on Censorship saziyekî ku mafê axaftin û rexneyê diparêze û li ser navê xwe jî 3 mehan carekê kovarekê diweşîne. Sazî dawiya her salê li gor deng û nirxandinên şopîner û xwînerên xwe di navbera gelek lîderên cîhanê de rapirsiyan pêk tîne. Li gorî vê rapirsiyê di nava "zordestan" de Serokkomarê AKP'î yê Tirkiyê Tayyîp Erdogan bû yekemîn. Index on Censorship di dawiya her du mehên sala 2021'an jî vê dengdanê pêk anî û bal dikişîne ser zext û zorên li ser parêzvanên mafê mirovan, hûnermend, rojnameger û yên rastî ku bi van polîtîkayan re rûbirû dimînin.    GELEK LÎDER KOVÎD-19'Ê DIKIN HINCET   Indexê "zordestê" salê li gor nirxandin û dengdanên şopîner û endamên xwe diyar dike. Li gor Indexê gelek zordest di nava sala 2021'an de ji bo ku muxalefeta li hember xwe bêdeng bikin, hinceta koronayê nîşan da.    TACA 'ZORDESTIYÊ'    Di nava van "zordestên" ku herî zêde zilmê pêk tînîn de Tayyîp Erdogan yekemîn hat dîtin û bû xwediyê "taca zordestiyê." Li gorî Indexê du sedemên sereke yên vê yekê hene; Yek jê redkirina berdana lîderê saziyên sivîl Osman Kavala ye û ya din jî domandina girtina kesên LGBTQ+ û xwendekaran e. Ji xeynî van wek îroniyekê ye ku Erdogan di nava lîderên Ewrupayê de bû yekem ku ji Peymana Stenbolê vekişiya, li ser kurdan azadiya gotinê asteng dike, muxalîfên li hember xwe dide girtin.   ERDOGAN, JI XI JINPING Û ESAD DERBAS BÛ   Indexê li ser encama rapirsiyê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Ji ber dengdana meha kanûnê eleqeyek mezin li ser malpera me pêk hat û gelek deng hatin dayîn. Li gorî van dengdana serokê Çînê Xi Jinping bû duyem û Beşer Esad jî bû sêyem." Index di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku vê rapirsiyê ji bo balê bikişîne ser zext û zorên li ser parastvanên mafê mirovan, hunermendan, rojnameger û kesên bi cihêkariyê re rûbirû dimînin pêk tîne. Indexê di daxuyaniya xwe de banga piştgiryê kir û got: "Em spasiyên xwe ji kesen deng dane rapirsiya me re dişînin û banga li her kesê dikin ku li dijî zordestan rabin û dengê xwe bilind bikin û hişyar bin."