Malbata Ramazan Turan: Wî di hucreyê de kuştin 2022-01-22 14:06:10 COLEMÊRG - Ramazan Tûran ê 70 salî ku bi îfadeyên şahidên nepen ji “endamtiya rêxistinê” cezayê hefsê lê hat birîn, di hucreya yek kesî ya 22 rojan tê de hat ragirtin de jiyana xwe ji dest da. Malbata Tûran, bi lêv kir ku tiştên qewimîn zilm e. Ramazan Tûran ê 70 salî ku duh di hucreya yek kesî ya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê de jiyana xwe ji dest da, li gundê wî yê Gise yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê her tim zext lê dihatin kirin. Derbarê Tûran ê karê sewalkariyê dikir de di sala 2011’an de bi gilî û îtîrafên şahidên nepen bi îdiaya “Bi zanebûn alîkariya rêxistinê kiriye” lêpirsîn hat vekirin. Di encama lêpirsînê de di 21’ê Nîsana 2013’an de hat girtin. Ji Tûran ê piştî du salan hat berdan re bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” cezayê hefsê lê hat birîn. Biryar ji bo temyîzê birin Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind biryar da ku Tûran ne ji “alîkariya rêxistinê” ji “endamtiya rêxistinê” were darizandin û dosya dîsa ji dadgeha heremî re şand.      ‘EZ Ê ÇAWA ALIKARIYA RÊXISTINÊ BIKIM’   Hat îdiakirin ku Tûran nasnavê “Fedaî” bikartîne û bi îfadeya 3 şahidên nepen a “her tim diçe Iraqê, ji endamên rêxistinê re alîkarî biriye û di mala xwe de gelek xwarin daye peydakirin” dihat sûcdarkirin. Tûran jî di pêvajoya darizandinê de ev sûcdarî qebûl nekirin. Tûran di îfadeya xwe de wiha gotibû: “10 zarokên min hene. Ez nikarim li zarokên xwe binêrim, ez ê çawa alîkariya rêxistinê bikim?”   HAT GIRTIN   Di darizandina nû hat kirin de dadgeha herêmî vê carê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Tûran birî. Li ser îtîraza careke din hat kirin cezayê Tûran di Kanûna 2021’an de li Dadgeha Bilind hat pejirandin. Piştî ku cezayê Tûran hat pejirandin, dema diçû gundê xwe di kontrola rê de hat binçavkirin û di 31’ê Kanûna 2021’an de hat girtin û birin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê.    22 ROJAN DI HUCREYA YEK KESÎ DE MA   Tûran ê piştî hat girtin xistin hucreya yek kesî de, di hucreya ku 22 rojan tê de hat ragirtin de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Kirariyên otopsiya Tûran ên li Saziya Tiba Edlî ya Wanê bêyî parêzerên wî hat kirin û wesayîta cenaze û darbesta ku malbatê ji bo cenaze bibin Colemêrgê, ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wan ê xwesttin nehatin dayîn. Li ser vê yeke malbat mecbur ma bi derfetên xwe li merengoz darbestekê bide çêkirin.    ASTENGKIRIN   Konvoya ku cenaze bir Colemêrgê her tim hat sekinandin û welatî bi GBT’ê re hatin derbas kirin. Şûştina cenazeyê Tûran ê gihişt Colemêrgê, li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hat astengkirin. Malbatê cenaze bir mala xwe ya lê dijî û li vir şuşt. Hat diyarkirin ku melayê taxê yê ji bo wecîbeyên olî bîne cih hat vexwendin jî bi hêceta ferman ji Muftutiyê negirtiye nehatiye. Cenazeyê Tûran pişt re li Colemêrgê hat veşartin.    ‘ME AGAHÎ NEGIRTIN’   Hevjîna Tûran, Hanim Tûran a tiştên qewimîn vegotin, diyar kir ku hevjînê wê bi hêceta karantînayê 22 rojan di hucreya yek kesî de hatiye girtin û bi tu awayî agahî jê negirtine. Tûran, bi lêv kir ku zarokên wê gelek caran li girtîgehê geriyan e û bersiva di “karantînayê” de ye girtine û got: “Li ku hatiye dîtin ku dema karantînayê 22 roj bin. Tu poşmantiya me nîne, serê me bilind e û em bi wî jî serbilind in. Ez ê heta dawiyê doza hevjînê xwe bişopînin. Tevî evqas êş û elemê daxwaza me aştî ye. Yekane duaya me ya ji Xwedê ewe ku deriyê hemû girtîgehan bê vekirin û zêdetir mirin çênebin.”   ‘VÊ POLÎTÎKAYA XWE YA ZILMÊ BI DAWÎ BIKIN’   Keça Tûran, Rewşan Demîrel jî diyar kir ku mirina bavê wê biguman e û dibe ku mirina wî ji birçîtî an jî ji jehrbûnê be. Demîrel, bi lêv kir ku 22 rojan bi kelecan li benda bavê xwe sekinîne ku dê kengî telefonê veke û wiha got: “Êdî bes e bila ev êş û zilm bi dawî bibin. Bila Erdogan van pêkanînan demildest bi dawî bike. Ew êşên me di televîzyonan de didîtin niha em bixwe dijîn. Hêj hûn ê çi bi vî gelî bidin jiyîn. Hûn ji me çi dixwazin? Êdî bes e. Van polîtîkayên xwe yên zilmê demildest bi dawî bikin.”   ‘HÊJ DÊ ÇI BIKIN?’     Jinbira Tûran, Momê Tûran jî da zanîn ku Tûran kesekî ku ji bo gelê xwe têdikoşiya bû û wiha got: “Ramazan bê sûc hat girtin. Bi temenê xwe yê pîr ve 2 salan di girtîgehê de ma. Ramazan girêdayî gelê xwe bû wê her tim wisa jî were bîranîn. Em hêj nizanin Ramazan ji bo çi jiyana xwe ji dest daye. Ji têhna ji birsîtiyê jiyana xwe ji dest da em nizanin. Evqas jî nabe. Em jî welatiyên vî welatî ne çima ev zilm li me rewa tê dîtin. Mirove jiyana xwe ji dest dide lê ambûland, wesayîta cenaze, darbest nadin û şûştina wî asteng dikin. Ji vir wêdetir tiştek nîne. Wê ji mirinê wêdetir çi li mirovekî bikin mereq dikim. Bila girtiyên nexweş bên berdan û bên dermankirin. Bila deriyê girtîgehan bê vekirin û em jî li ser axa xwe bi awayekî azad bijîn.”