Xizmê Îlyas Eren ê 25 sal in winda ye, Nahît Eren: Divê dewlet bi salên 90’î re hevrû bibe 2022-01-22 14:29:17 AMED/ÊLIH – Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsînt Serokê Baroya Amedê Nîhat Eren li aqûbeta xizmê xwe Îlyas Eren pirsî û got: “Ji bo em dikaribin bi hev re bijîn, divê ev dewlet  û îqtidar bi salên 90’î re rûbirû bibe.”  Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ji bo li aqûbeta windayan diyar bibe û kujer werin girtin û cezakirin di hefteya 676’emîn del i Parka Koşuyolû li ber Peykerê Mafê Mirovan çalakiya “Bila winda werin dîtin kujer werin darizandin” li dar xist.      Wêneyên windayan û wêneyên Hrant Dînk û Tahîr Elçî hatin hildan.    Vê hefteyê li aqûbeta Îlyas Eren ê di 11’ê adara 1997’an de li navçeya Pasûra Amedê ji aliyê polîsên sivîl ve hat revandin û windakirin hat pirsîn û çîroka windakirina Eren hat parvekirin. Xizmê Îlyas Eren, Serokê Baroya Amedê Nîhat Eren jî beşdarî çalakiya vê hefteyê bû.    ‘DIVÊ RAYEDAR BIKEVIN TEVGERÊ’    Di çalakiyê de ewilî Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku dîroka komara Tirkiyê bi xwîn rijandina û komkujiyên kurdan tije ye û yek ji van kesên hatin qetilkirin jî Hrant Dînk e û wî bibîr anî. Zeytûn ew ê têkoşîna xwe li dijî polîtîkayên înkarê bidomînin.    Zeytûn bal kişand ser Ramazan Turan ê di hucreya yek kesî de li Girtîgeha Wanê jiyana xwe ji dest da û xwest ku ji bo girtiyên nexweş gav werin avêtin û rayedar bikevin tevgerê.   NAHÎT EREN: DIVÊ ÎQTIDAR BI SALÊN 90’Î RE HEVRÛ BIBE    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî axivî û destnîşan kir ku kurd di salên 90’î de bi rêbazên dijhiqûqî hatin qetilkirin, windakirin û koçberkirin û wiha got: “Li ser rûyê vê erdnîgariyê ji her malbatekê windayek heye û çîrokên wan heman in. Ewilî tiştek bi te ve datînin, paşê dikin binçavan û paşê jî agahî ji te nayê girtin. Çîroka windakirina Îlyas Eren jî wisa ye. Hêzên paramîlîter wî kirin binçavan û ji wê rojê ve tu agahî jê nehat wergirtin. Lêpirsînek bi tesîr jî nehat kirin. Daraz wezîfeya xwe pêk neanî. Winda hêj winda ne û kujer jî bi polîtîkayên bêcezahiştinê serbest digerin. Heta ku li vî welatî bi kirin û komkujiyên salên 90’î re hevrûbûn çênebe wê liv î welatî siberojek bisilamet û ewlehî neyê avakirin. Ji bo em dikaribin bi hev re bijîn, divê ev dewlet  û îqtidar bi salên 90’î re rûbirû bibe.”    XWEST EREN WERE DÎTIN    Rêvebera ÎHD’a Amedê parêzer Derya Yildirim çîroka windakirina Îlyas Eren xwend û xwest Eren û tevahiya windayan werin dîtin û kujerên wan werin cezakirin. Derya Yildirim di dewama xwendina çîroka windakirina Eren de bal kişand zextên li ser malbata Eren, hewldanên malbatê ya dîtina Eren û pêvajoya darizandinê.    Piştî axaftinan ji bo windayan kêliyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    ÊLIH    Rêveberên ÎHD’a Êlihê û Xizmên Windayan jî di hefteya 513’an de li ber Peykerê Mafê Mirovan ê li serê Kolana Gulistanê li hev civyan û çalakiya heftane ya “Bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin” li dar xistin. Vê hefteyê li aqûbeta Teyfîk Ay ê di 17’ê çileya 1995’an de li Şenkoya bi ser navçeya Midyada Mêrdînê ve hat windakirin û carek din agahî jê nehat wergirtin hat pirsîn.    Hevserokê ÎHD’a Êlihê parêzer Devran Yildiz behsa çîroka windakirina Tevfîk Ay kir û destnîşan kir ku 26 sal in agahî ji Tevfîk Ay nayê wergirtin û dema kurê Ay, Xidir Ay li aqûbeta windakirina bavê xwe pirsiye bi îşkenceyê re rûbirû maye.    Yildiz xwest hemû bûyerên tarî yên salên 90’î werin eşkerekirin û winda werin dîtin û kujer werin cezakirin.    Pişt re ji bo bîranîna windayan kêliyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.