Li Hesekê DAIŞ’î li çend malan mane û xwe veşartine 2022-01-22 14:56:08 HESEKÊ - Endamên DAIŞ’ê yên xwestin ji girtÎgehê birevin yeko yeko ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin girtin. Çend DAIŞ’iyên mane jî li malên ku xwe lê veşartine, tên zeftkirin.  Endamên DAIŞ’ê li Girtîgeha Sina ya li taxa Xiwêran a Hesekê di 20’ê mehê de êrişek dabûn destpêkirin û hewl dan birevin. Hêzên Ewlehiya Hundirîn û şervanên HSD’ê li dijî van endamên DAIŞ’ê operasyon dan destpêkirin û hêj didome. Hêzên Hewlehiya Hundirîn ketin û derketina Xiwêran girtin. Hêzên Ewlehiyê û hêzên HSD’ê bi hevkarî li taxa Zihûrê û Girtîgeha Sinaî dor li DAIŞ’iyan girtin û avahiyan dorpêç kirin.      Hat zanîn ku DAIŞ’iyan nehiştiye ji taxa Zihûrê nêzî 300 malbatî ji malên xwe derkevin. DAIŞ’iyên li çend malan xwe veşartin sivîlan wek mertal datînin pêşiya xwe. Hêzên Ewlehiyê sivîlan sewqî cihên bi ewle dikin û ji ber vê yekê operasyon gelek giran birêve diçe. Tê payîn ku operasyon were bilezkirin û ji b ovan DAIŞ’iyên hatine desteserkirin korîdorek were vekirin.    HÊZÊN HUNDIRÎN: DAIŞ’Î DI BIN KONTROLA ME DE NE    Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî geşedanên dawîn ên li taxa Xiwêran a Hesekê daxuyanî da.    Daxuyanî wiha ye:   “Şaneyên DAIŞ’ê şeva pêncşemê êrişî girtîgeha Sîna ya li taxa Xiwêran kir. Destpêkê erebeyeke bombebarkirî li derdora girtîgehê teqand, piştre çeteyan di nava taxên nêzî girtîgehê de belav bûn û êrişî hêzên ewlehiyê yên berpirsîn parastina girtîgehê kirin da ku çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgeha Sîna de îsyan kirine, birevînin.   Hêzên me bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) êriş şikand û gelek çeteyên terorîst girtin ku êriş pêk anîn. Her wiha operasyonên lêgerînê li dijî çeteyên xwe di taxên li derdora girtîgehê de veşartin, dest pê kirin. Di encamê de 7 endamên me birîndar bûn û endamê me Xalid Ilêwî şehîd bû. Her wiha 3 sivîl şehîd bûn ku nehiştin çeteyên DAIŞ’ê derbasî taxan bibin.   Hêzên me taxa Xiwêran bi giştî dorpêç kir. Operasyonên lêgerînê li taxê û taxên derdorê ji bo girtina çeteyan berdewam in. Em soz didin gelê xwe ku şopdarên şehîd û birîndarên xwe bin da ku ewlehî li herêmê bi giştî pêk were.”    Li aliyê din nûçegihanê ANHA’yê Basil Reşîd ê duh dema geşedan dişopandin, di şer de birîndar bûbû û hat zanîn ku rewşa wî ber bi başiyê ve diçe.