Hat xwestin girtiyên nexweş Demîr û Çetînkaya werin berdan 2022-01-22 15:52:40 ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî diyar kir ku desteya çavdêriyê berdana bişert a Abdurahîm Çetînkaya ê nexweşîna wî giran e asteng kiriye.  Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 385’emîn de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Endamên Înîsiyatîfê pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş werin berdan” vekirin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci bal kişand ser rewşa Naîl Demîr û Abdurrahîm Çetînkaya yên ku bi nexweşîna giran ketine.    Yazmaci ewilî bal kişand ser Ramazan Turan ê li Girtîgeha Wanê jiyana xwe ji dest da û ragirtina girtiyan a di hucreya yek kesî de binpêkirina mafan e.    NEXWEŞÎNA PENCEŞÊRÊ LÊ PEYDA BÛYE    Yazmaci diyar kir ku Naîl Demîr 29 sal in girtî ye û li gel nexweşîna penceşêra kolonê gelek nexweşînên din pê re hene û rewşa wî giran e û nayê tedawîkirin. Yazmaci got Demîr dixwaze wî sewqî girtîgehek nêzî malbata wî bê kirin lê daxwaza wî tê redkirin.    DI BINÇAVAN DE ÎŞKENCE   Yazmaci anî ziman ku Abdurrahîm Çetînkaya yê di sala 2007’an de hat girtin jî îşkenceyek mezin lê hatiye kirin û ji ber îşkence lê hatibû kirin îro gelek nexweşîn lê peyda bûne û heta niha bi awayek rêkûpêk nehatiye tedawîkirin. Yazmaci destnîşan kir ku wextê Çetînkaya hatiye îşkencekirin gelek caran serî wî li dîwaran dane û guhê wî ker bûne. Yazmaci da zanîn ku dema Çetînkaya li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê bûye nexweşîna kîsikê zirav lê peyda bûye û tevî ku gotiye divê emeliyat bibe jî lê nehatiye kirin û gelek nexweşînên din lê hene û ji ber nexweşînan gelek caran nikare xwarinê bixwe. Yazmaci anî ziman ku li gel mafê serbestiya bikontrol mafê Çetînkaya ye jî lê desteya çavdêriyê berdana bişert a Çetînkaya ê asteng dike.    Yazmaci xwest Demîr û Çetînkaya ji bo werin tedawîkirin divê werin berdan.