Nobeda Edaletê: Sozên ku dane me bila bicih bînin 2022-01-22 16:51:04   AMED/WAN – Malbatên girtiyan ên li Amed û Wanê Nobeda Edaletê didomînin xwestin saziyên sivîl û partiyên siyasî ku sozên dane wan bila sozên xwe bicih bînin.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş ku nayên berdan û girtiyên cezayê wan qediyaye û berdana wan hatiye taloqkirin di roja 68’emîn de li Baroya Amedê çalakiya xwe berdewam kirin. Malbat îro jî dîsa tevî hewa sar jî li avahiya baroyê li hev kom bûn û xwestin girtî werin berdan.    Nûnerên şaxên sendîkayan ên bi ser Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemwariyê (KESK) serdana malbatan kirin.    '68 ROJ IN EM EDALETÊ DIXWAZIN’    Hakki Boltan ê bavê girtiyê nexweş Ciwan Boltan ku li Girtîgeha Bolûyê tê ragirtin bi bîr xist ku 68 roj in ew edaletê dixwazin û got: “Girtî ji ber raporên ATK dide nayên berdan. Tenê xwestekek me heye ku edalet bicih were. Divê zarokên me werin berdan û li derve werin tedawîkirin. Lê hêj zarokên me bi awayek nehiqûqî girtî tên hiştin. Dixwazin cenazeyên zarokên me bi ser me ve werin. Em neberdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye qebûl nakin.”    Boltan destnîşan kir ku wan bi saziyên sivîl û partiyên siyasî re hevdîtin kirine û van sazî û partiyên soz dane wan bila soza xwe bicih bînin.    XWEST DENGÊ WAN WERE BIHÎSTIN    Încî Guler a xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler jî diyar kir ku ew dixwazin her kes dengê wan bibihîze.    Hevserokê Sendîkaya TUM BEL-SEN’ê ya Şaxa Amedê Mehmet Candar jî axivî û anî ziman ku divê Saziya Tiba Edlî ji berdana girtiyên nexweş re nebe asteng û girtiyên nexweş demildest werin berdan. Candar got ew e her piştgiriya malbatên girtiyan bikin.    WAN   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 43’yemîn de ye. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rêya Armûşê ji bo pişgiriyê serdana malbatan kir. Hevserokê DBP’ê yê Rêya Armûşê Îdrîs Polat, bal kişand tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û xwest demildest tecrîd bê bidawîkirin.    Polat, bi lêv kir ku Ramazan Tûran ê 70 salî yê di hucreya yek kesî ya Girtîgeha Wanê de jiyana xwe ji dest da, terkî mirinê hat kirin û wiha got: “Wê rojekê edalet û hiqûq ji kesên edalet û hiqûqê pêk neînin jî lazim be.”   Polat, anî ziman ku wê li cem malbata bin û wiha axivî: “Li dijî daxwazên me em bang li rayedarên ku bêdeng dimînin dikin; em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Demildest dest ji van pêkanînên xwe yên bêhiqûqî berdin.”