Bavê xwe di wêneyan de nas kiriye 2022-01-23 09:06:02   ŞIRNEX - Di ser windakirina Serokê HADEP'ê yê Silopiyayê Serdar Taniş re 21 sal derbas bûn. Kurê wî Diyar Taniş ku bavê xwe di wêneyan de dîtiye got: "Min her tim hêvî dikir ku dê rojekê li derî bixe û bê malê."    Di ser windakirina Serokê Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) a li Silopiyaya Şirnexê Serdar Taniş û rêvebirê HADEP'a navçeyê Ebûbekîr Denîz re 21 sal derbas bûn. Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr di 25'ê Çileya 2001'ê de ji bo îfadeyê gazî Taniş û Denîz kiribû. Denîz û Taniş ku ji bo îfadeyên çûbûn qereqolê, hew vegeriyabûn. Ji wê çaxê heya niha tu xeber ji wan nayê girtin.    Her wiha ji roja ku Taniş û Denîz di binçavan de hatine windakirina heya niha tu kes nehatiye darizandin. Çendî Fermandarê Alaya Cendirmeyan ê Şirnexê yê wê demê Levent Ersoz wekî berpris bê nîşandan jî, lê heya niha derbarê Ersoz de tu doz nehatine kirin. Piştî rêyên hiqûqa navxweyî hatin xitimandin, parêzeran malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û DMME'yê Tirkiyeyê mehkûm kir.    Serdar Taniş gava di binçavan de hatibû windakirin kurê wî Diyar hê 1 salî bûye. Diyar Taniş, piştî hinekî mezin dibe bavê xwe bi wêneyê wî yê li dîwarê odeya malê daliqandî nas dike.    Taniş, 2 sal in li Stenbolê her hefte tevli çalakiyên Dayikên Şemiyê dibe û li aqûbeta bavê xwe û Ebûbekîr Denîz dipirse.    HÊ 1 SALÎ BÛ    Taniş, diyar kir ku tu bîranînên wî û bavê wî bi hev re tune ne û got: "Dema bavê min hat windakirin, ez yek salî bûm. Min heta 6 saliya xwe bi tiştekî jî nizanibû. Paşê min bavê xwe di wêneyan de nas kir. Dapîra min û bapîrê min ji min re qala bavê min dikirin. Piştî ku min jiyan fêm kir, min li ser tiştên ku hatine serê bavê min lêkolîn kirin. Paşê min fêm kir ku ew hatiye kuştin û windakirin. Dema ku min li ser wî lêkolîn dikirin, min dît ku tiştek xelet û neqanûnî nekirine. Bavê min jî wekî her kesî serokê partiyeke siyasî ya legal bû."   'MIN EW BI WÊNEYÊ WÎ NAS KIR'   Taniş, anî ziman ku bavê xwe di wêneyan de nas kiriye û got: "Bavê min di temenekî biçûk de zewiciye. Di wî temenî de jî pir mezin tevgeriyaye. Hem ji bo debara malbata xwe xebitiye hem jî beşdarî xebatên partiyê bûye. Dapîra min her tim ji me re dibêje, 'Bavê we gelekî wêrek bû'. Em wî her tim wekî mirovekî wêrek nas dikin. Min yekem car bavê xwe, di wêneyan de nas kir. Û min ew ji bîr nekir."   'EW WÊNE JÎ ŞEWITANDIN'   Taniş, anî ziman ku ew wêneyê bavê wî yê ku pê bavê xwe nas kiriye jî di dema qedexeya derketina derve de hatiye şewitandin got: "Ew wêne di dema qedexeya derketina derve de li mala me hat şewitandin. Ew wêne mabû, ew jî şewitandin. Piştî ku qedexeya derketina derve hat rakirin, em çûn malê û min pêşîyê li wêneyê bavê xwe mêze kir. Lê wan ew şewitandibû. Min her tim hêvî dikir ku wê rojekê li derî bixe û bê. Heger neyê jî ez bawer dikim ku ez ê hestiyên wî bibînim û dê goreke wî hebe. Ez ê herim ser wê gorê. Ez qet bawer nakim ku ew miriye. Em ê heta dawiyê li pey doza wî bin."   MA / Zeynep Dûrgût