Ji Baroya Amedê piştgiriya Aksû: Ji azadiya ramanê re rêz bigirin 2022-01-23 10:06:24   AMED - Baroya Amedê, piştgirî da hunermend Sezen Aksû ji aliyê AKP'ê û kes û rêxistinên nêzî AKP'ê ve hat lînkirin û xwest ku ji azadiya ramanê re rêz bê girtin.    Hunermend Sezen Aksû, di rojên dawîn de ji ber gotinên stranan xwe ya bi navê "Şahane Bir Şey Yaşamak" ku di sala 2017'an de hatibû derxistin, ji aliyê AKP'ê û kes û rêxistinên nêzî AKP'ê ve hat lînkirin. Gelek partî û rêxistinên sivîl, li dijî vê lînca AKP'iyan piştgiriya Sezen Aksû kirin. Baroya Amedê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û piştgiriya Aksû kir. Baroya Amedê, ji kesên ku Aksû lînç dikin xwest ku ji azadiya ramanê re rêz bigirin û ev daxuyanî da: "Em bang dikin ku herkes ji mafê ramana azadiyê ya bi hunerê re rêz bigire, bi hişmendiya berpirsyarî tevbigere û biaxive."