Ji QSD'ê daxuyaniya Hesekê: 13 DAIŞ'î hatin kuştin 2022-01-23 15:16:09   NAVENDA NÛÇEYAN - QSD'ê derbarê êrişa DAIŞ'ê ya Hesekê de daxuyanî da û ragihand ku 13 endamên DAIŞ'ê ji aliyê hêzên wan ve hatine kuştin.    Di 20'ê çileyê de li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, DAIŞ'ê bi şaneyên xwe yên veşarî li dijî girtîgehên ku 5 hezar endamên wê lê dimînin êrişeke mezin da destpêkirin û çend teqînan pêk anîn. Li ser van êriş û teqînan gelek endamên DAIŞ'ê ji girtîgehan reviyabûn û li taxa Xiwêran a Hesekê belav bûbûn û dest bi êrişan kiribûn. Piştî van êrişan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî endamên DAIŞ'ê û şaneyên wê yên veşarî operasyoneke mezin da destpêkirin.    Li gorî agahiyên ku ji herêmê tên wergirtin operasyona QSD'ê ya li DAIŞ'ê hê jî bi dawî nebûye û didome. Di operasyonan de heta niha gelek endamên DAIŞ'ê hatine kuştin. Her wiha di êrişên DAIŞ'ê de jî hinek sivîl û şervanên QSD'ê jiyana xwe ji dest dane û şehîd bûne.    QSD: 13 DAIŞ'Î HATIN KUŞTİN   QSD'ê, derbarê operasyona ku li Hesekê li dijî DAIŞ'ê li dar dixe de daxuyanî da û ragihand ku hêzên wan operasyonên serdegirtinê pêk tînin lê heta niha nasnameya şaneyên ku êriş pêk anîne aşkera nekiriye. QSD'ê destnîşan kir ku di operasyonên îro de 13 DAIŞ'iyan kuştine û 2 DAIŞ'iyan jî bi saxî girtine.    Her wiha QSD'ê da zanîn ku heta niha di êrişan de 17 endamên wê jî şehîd bûne.    DAXUYANIYA AMAERÎKA   Li aliyê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price jî derbarê êrişên DAIŞ'ê de daxuyaniyek da. Berdevk Price êrişên DAIŞ'ê şermezar kir û got ku ji bo operasyonan piştgiriya wan a ji bo QSD'ê didome.    Price, di daxuyaniya xwe de bang li welatên ku welatiyên xwe yên DAIŞ'î yên li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin û rehebîlîte bikin.