Berdevka HDP'ê Gunay tevlî 'Konferansa Diyaloga Kurd-Ereb' bû 2022-01-23 15:45:07   ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, li Urdunê tevlî "Konferansa Diyaloga Kurd-Ereb" ku pêşeroja hevpar a kurd û ereban têde hat nîqaşkirin bû.    Di 22'ê çileyê de li armanca xurtkirina têkiliyên di navbera kurd û ereban de bi navê "Kurd û Ereb: Diyalog Rêyeke Hevpar a Pêşerojê y" Konferansa Diyaloga Kurd-Ereb hat lidarxistin. Ji Iraq, Filistîn, Urdun, Lubnan, Sûriyeyê û Tirkiyeyê siyasetmedar tevlî konferansê bûn. Li ser daxwaza Navenda Lêkolînên Siyasî ya Qudsê û Komîteya Hewldana Kurd-Ereb, Berdevka HDP'ê û Parlamentera Mêrdînê Ebrû Gunay  jî tevlî konferansê bû. Kon   Di konferansê de li ser pêşeroja hevpar a kurd û ereban hat rawestandin û qala girîngiya neeteweya demokratîk hat kirin. Di konferansê de xebatên ji bo pêşeroja hevpar a kurd û ereban û neteweya demokratîk hatin pêşniyarkirin. Her wiha hat pêşniyarkirin ku ji bo xurtkirina têkiliyên di navbera kurd û ereban de konferans, panle û semînerên bi vî rengên bên lidarxistin.    'KONFERANS HÊVÎ DIDE'   Gunay, derbarê konferansê de ji Rojnewsê re axivî. Gunay, diyar kir ku diyaloga kurd û ereban ji bo pêkhatina netewa demokratîk a li Rojhilata Navîn hêvî dide û wiha got: "Konferanseke gelekî girîng û taybet li ser têkiliya gelên kurd û ereb çêbû. Di vê sedsalê de desthilatdar li gorî berjewendiyên xwe peywendiyên navbera gelan de diyar kirine û nakokiyên sûnî xistine navbera wan de. Lê em dizanin di navbera gelan de ti cûdahî ango nakokî nîne, timî peywendiyên wan li ser esasê jiyaneke hevpar û wekhev bûye. Ji bo careke din vegerin li ser formên xwe yên esasî îro li vir nîqaş hatin meşandin. Bawer dikim wê ev xebatên bi vî awayî ji bo peywendiyên navbera gelên kurd-ereb û hemû Rojhilata Navîn bibe gaveke mezin.”   'PÊKVEJIYAN PÊKAN E'   Di berdewamê de Gunay, destnîşan kir ku konferansê îspat kiriye ku pêkvejiyana gelan pêkane û ev tişt got: "Li ser pîvanên netewa demokratîk gelên herêmê dikarin jiyaneke hevpar û wekhev bihevre ava bikin. Heya niha nimûneya vêya li Rojava hate pêkanîn. Lê wê ji vêya şûnve nimûneya Rojava li hemû herêmê belav bibe. Herçend welatên me cûdabin jî lê sekna gelan a li hember zilmê her yeke. Berxwedana gelan jî hev xurt dike. Ev konferans ji bo gelan gaveke mezine.”