Ji Nobeta Edaletê banga yekitiyê 2022-01-23 17:02:24   AMED/WAN - Di nobetên edaletê yên li Amed û Wanê berdewam dikin de ji bo pêk hatine edaletê banga yekitiyê hat kirin.       Nobetên edaletê yên ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan ve li baroyên Amed û Wanê hatibûn destpêkirin didomin. Nobeta li Amedê di roja 69'emîn de nobeta li Wanê jî di roja 44'emîn berdewam dikin. Xizmên girtiyan Nûray Abay û Mehmet Yildirim, di nobeta edaletê ya Amedê de axivîn û gotin ku heta daxwazên wan bê domandin wê nobeta xwe bidomînin.    WAN    Rêxistina HDP'ê ya Artemêtanê serdana Nobeta Edaletê ya Wanê kir. Di nobetê de Hevserokê HDP'ê yê Artemêtanê Tahîr Şen axivî û xwest ku xwedî li nobetê bê derketin û ji bo ku bêedaletiya li dijî wan bi dawî bibe bang li gelê kurd kir ku yekitiya xwe ava bikin.