Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e 2022-01-23 21:35:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Polîtburoya YNK'ê Eta Serawî, aşkera kir ku biryar hatiye dayîn ku namzetê wan ê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih be.      Yekitiya Niştîmanperwer a Kurdistanê (YNK) namzetê xwe yê Serokkomariya Iraqê aşkera kir. Piştî civina duh ku Hevserokê YNK'ê Bafil Talabanî, derbarê nîqaşên namzetiya serokkomariyê de bi rayedar û Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî, îro Polîtburoya YNK'ê jî li hev civiya.    Endamê Polîtburoya YNK'ê Eta Serawî, li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek da û ragihand ku tevlî civîna Polîtburoya YNK'ê bûye, di civînê de biryarên girîng girtine û wê namzetê wan ê Serokkomariya Iraqê kesek tenebê be: Dê ew jî Berhem Salih be.