ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-24 09:00:25 * Zimanzan Samî Tan, diyar kir ku divê statuya zimanê kurdî hebe û ev tişt got: "Divê statûya zimanê kurdî û kurdan hebe. Statûya zimanê kurdî û kurdan bi hev re giredayiye. Dema yek nebe ya din hebe bêwate dimîne. Divê zimanê kurdî bibe zimene fermî. Daxazame serekeye ev." * Hevserokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, axaftina Erdogan a li ser navê Ocalan weke "Bêsincî" nirxand û ev tişt got: "Heke hûn ji xwe bawer in deriyên Îmraliyê vekin, bila Ocalan biaxive."   * Hevserokê HDP'a Silopiyayê Yakûp Taniş ku piştî windabûna wî 21 salan têkoşîna kekê xwe Serokê HADEP'a Silopiyayê Serdar Taniş dewr girt, diyar kir ku li vê xakê serberjêrkirin û çok şikandin tune ye. Heta qezençkirinê wê ala têkoşînê nekeve."   *  Li Girtîgeha Şakranê, serpêlekî ku ji sewqkirina girtiyan a nexweşxaneyê berpirsyar e û leşkerên di bin fermana xwe de li girtiyê nexweş Mûrat Dûran dan û wî ji ser hişê wî birin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 322'yemîn de berdewam bike.    * Danişîna duyemîn a doza Denîz Poyraz ku kujer Onur Gencer jê tê darizandin wê li Dadgeha Bayrakliya Îzmîrê were lidarxistin. (09.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ên li Wanê û Amedê dê berdewam bikin. (13.00-16.00)    * Danişîna doza xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn a ku li Mûglayê ji aliyê Cemal Metîn Avci ve hat kuştin wê li Dadgeha Mûglayê were lidarxistin. (14.00)