Kurkçu: Deriyên Îmraliyê vekin bila Ocalan biaxive 2022-01-24 09:01:42 STENBOL - Hevserokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, axaftina Erdogan a li ser navê Ocalan weke "Bêsincî" nirxand û ev tişt got: "Heke hûn ji xwe bawer in deriyên Îmraliyê vekin, bila Ocalan biaxive." Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, 10 meh in agahî jê nayê girtin. Hemû serlêdanên ku malbat û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê dikin bêbersiv tên hiştin û hevdîtina pê re pêk nayê. Rexmî vê rewşê jî Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, li ser navê Ocalan axivî û angaşt kir ku wê Ocalan ji Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hesap bipirse. Ev daxuyaniya Erdogan bû sedema nîqaşan û gelek nirxandin derbarê vê daxuyaniyê de tên kirin.   Hevserokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, derbarê mijarê de axivî û nirxandinan kir.    OCALAN PÊŞNIYARAN PÊŞKÊŞ DIKE   Destpêkê Kurkçu, derbarê nameya ku di sala 2019'an de bi rêya Alî Kemal Ozcan ê wî biribûn Îmraliyê hat parvekirin de axivî û wiha got: "Heke firsend bê dayîn Ocalan timik nêrinên xwe tîne ziman û tu demê jî nêrînên xwe rast e rast weke perspektîf nade. Timik pêşniyara xwe datîne holê û heke hebin vê ji alîgiran re tunebin jî bi muxataban re parve dike. Ji ber vê jî tu derbasdariya peyama ku bi rêya hikûmetê hat nebû. Di çarçoveya planekê de desthilatê Ozcan şand Îmraliyê, lê ev plan negirt û 7 şaredariyên mezin winda kir. Lewre li holê tu hesabekî ku Ocalan ji kesî pirse tune ye, hesabê ku Erdogan ji me tevan re derxistiye heye. Erdogan, ji Birêz Ocalan, Demîrtaş, we, min, partî û tevahiya Tirkiyeyê re dibêje heke hûn bi ya min nekin, hûn ê hesab bidin."   'EM ÇIMA BAWER BIKIN?'   Kurkçu, têkildarî gefên Ozcan ên li ser navê dewletê ku li Demîrtaş dike jî ev nirxandin kir: "Tiştên ku diaxivin derbasdar nînin. Di navbera Birêz Ocalan, Demîrtaş û partiyê de tu nîqaş tune ye. Deriyên Îmraliyê demeke dirêj e girtî ye. Me vê ji Birêz Ocalan nebihîst. Nûnerên me, parlamenterên me bi Ocalan re hevdîtin nekirine. Heke em bi Ocalan re hevdîtin nekin em çima bi hevdîtinên dewletê yên bi Ocalan re bawer bibin. Em nizanin ku têkiliya Ocalan a bi dinyayê re bi çi rengî ye. Desthilat, dixwaze nêrîna mirovekî ku tecrîd kiriye û di bin îşkenceyê de hiştiye mîna ya wan be. Ji kuderê ve bê girtin bila bê girtin ev bêsincî ye. Serokkomarê welatekî fitnê dike navbera lîderekî ku têkiliya wî ya bi dinyayê re qut kiriye û siyasetmedarekî ku dîl girtiye. Hewl didin ku nîşan bidin di navbera wan de dubendî heye. Heke hûn jî xwe bawer in, deriyê Îmraliyê vekin, bila Birêz Ocalan biaxive û hemû civak rastiyan hîn bibe."    'EM Ê JI DEWWLETÊ BIZANIBIN'   Di berdewamê de Kurkçû da zanîn ku daxuyaniyên Erdogan derbarê jiyana Ocalan û Demîrtaş de fikaran çêkiriye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Erdogan bi daxuyaniya xwe ya "hesabpirsînê" Ocalan û Demîrtaş bi gefeke jiyanî re rû bi rû hiştiye. Li vir heke tiştekî bi Ocalan û Demîrtaş bibe û xesar bigihîje neynûka wan em ê vê ji dewletê bizanibin. Desthilata hewl dide komploya xwe ya herî mezin a siyasî ava bike. Bêyî mafê van her du mirovan bê parastin tevlîbûna vê nîqaşê hevparbûna lîstika Erdogan e. Dixwazim bibêjim ku bila gelê kurd, şoreşgerên Kurdistanê, hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê, sosyalîst û bi milyonan hilbijêrên HDP'ê guh nedin van daxuyaniyên ji qesrê. Kesên ku ji devê Erdogan bi vegotinên mîna peyamên Ocalan bawer bikin ew jî hevparê sûc in."   MA / Ferhat Çelîk