Birayê Serdar Taniş: Li vê xakê teslîmiyet tune ye 2022-01-24 09:01:44 ŞIRNEX - Hevserokê HDP'a Silopiyayê Yakûp Taniş ku piştî windabûna wî 21 salan têkoşîna kekê xwe Serokê HADEP'a Silopiyayê Serdar Taniş dewr girt, diyar kir ku li vê xakê serberjêrkirin û çok şikandin tune ye. Heta qezençkirinê wê ala têkoşînê nekeve." Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, Serokê HADEP'a Navçeyê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebûbekîr Denîz ku beriya 21 salan di 25'ê çileya 2001'an de ji bo îfadeyê çûn Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê, li vir hatin binçavkirin û careke din agahî ji wan nehat girtin. Kesên ji windabûna wan berpirsyar nehatin darizandin û ji ber ku hemû rêyên hiqûqa navxweyî hatin bikaranîn û encam nehat girtin, ji bo wan serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) hat dayîn û DMME'yê Tirkiyeyê mehkûm kir.    Biraye Tanişê Yakûp Taniş, piştî windabûna wî 21 salan têkoşîna kekê xwe dewr girt û bû Hevserokê HDP'a Silopiyayê û têkoşîna xwe didomîne.   Hevserok Yakûp Taniş, Abdûllah Bakşî û Haci Abay derbarê Serdar Taniş û Ebûbekir Denîz de axivîn.    'DORA NOBETÊ YA ME YE!'    Hevserok Yakûp Taniş, derbarê windabûna kekê xwe Serdar û hevalê wî Ebûbekîr Denîz de axivî. Yakûp Taniş, di destpêka axaftina xwe de qala pêvajoya windabûna kekê xwe û hevalê wî Ebûbekîr Denîz kir û bal kişand ser rola Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Bajar a Şirnexê Levent Ersoz û got ku faîlê wan Ersoz e. Taniş, piştî ku qala pêvajoya kekê û xwe û hevalê wî kir destnîşan kir ku dora nobetê ya wan e û wiha got: "Heta dawiyê ez ê ala têkoşlînê hilbigirim. Ji ber zilma ku li cihûyan kiriye Hîtler li dinyayê weke faşîst tê zanîn. Komara Tirkiyeyê ji roja ku hatiye avakirin ve heman pêkanînan li kurdan dike. Gund tên valakirin, bûyerên faîlên wan ne diyar dibin, bajar tên bombebarankirin, bi komployên cuda mirov tên binçavkirin û bi dehan sal ceza li wan tên birîn. Ev gel gelekî mezlûm e û zilmê li tu kesî nekiriye. Sedama zilma li vî gelî dûrneketina ji esl û mirovahiya xwe ye. Di bingeha vê xakê de mirovahî heye, serberjêrkirin tune ye. Zext li Serdar wan hat kirin, beriya wan jî zext hebû. Ji ber vê bi dehan Serdaran sekna parastina rûmeta mirov nîşan dan. Serdar çûn lê hevrêyên Serdaran hê jî partiyê vekirî dihêlin. Îro dora nobetê ya me ye. Îro em dikin belim sibê hinek Serdarên din bên. Li vê zakê serberjêrkirin û çok şikandin tune ye. Li vê xalê rûmeta ku têkoşîn û berxwedana mirov biparêze heye. Wê ala vê têkoşînê qet nekeve."     'SERDAR GELEK DIHAT HEZKIRIN'   Abdûllah Bakşî (55) ku wê demê bi Serdar û Ebûbekir re xebitîbû û hejmaryariya HADEP'ê kiribû jî destnîşan kir ku têkoşîna wan bi heman ruhî berdewam dike û ev tişt gotin: "Min gelek mirov nas kirin lê ne mîna Serdar û Ebûbekir. Zanîn û têkoşîna wan mirov bi heyrana wan dikir. Pergal ji mirovên wiha hez nake. Gundên me dihatin valakirin, mirovên me dihatin kuştin, zext û îşkenceyeke mezin li mirovan dihat kirin. Me jî nedixwest em li dijî vê bêdeng bimînin û di nav têkoşînê de cih girt. Têkoşîna me tev ji bo aştiyê bû. Serdar li vir gelek dihat hezkirin. Mirovan di wî de hêvî didît. Hin caran me bi rojan zarokên xwe nedidît. Bi rojan îşkence li me kirin lê me têkoşînê terk nekir. Me Serdar û Ebûbekir winda kir, lê em tekoşîna wan didomînin. Em soz didin ku heta vê têkoşînê jî qezenc bike em ê li ber xwe bidin.    'EV TÊKOŞÎN TESLÎM NEBÛ'   Ji hevalên têkoşînê yê Serdar û Ebûbekir Denzi Haci Abay (49), da zanîn ku wê demê gelek caran gefên kuştinê girtine û wiha axivî: "Rexmî hemû polîtîkayên zext û zilmê jî em teslîm nebûn û heta dawiyê li têkoşîna xwe xwedî derketin. Wan salan her yek ji me ji aliyê 5 wesayîtên sivîl ve dihat şopandin û her roj rêya me dihat birîn. Her roj me bi fikara ku "dibe îro em bên kuştin" xebatên xwe didomand. Me digot, 'Ew çi dikin bila bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin' û wisa jî dikir. Bi salan em têkoşîna xwe bi awayekî aktîf didomînin û di rêya wan de dimeşin."   MA / Zeynep Dûrgût