Li Şakranê leşkeran li girtiyê nexweş da 2022-01-24 09:01:45 AMED - Li Girtîgeha Şakranê, serpêlekî ku ji sewqkirina girtiyan a nexweşxaneyê berpirsyar e û leşkerên di bin fermana xwe de li girtiyê nexweş Mûrat Dûran dan û wî ji ser hişê wî birin.  Li Girtîgeha Hejmar 2 ya Şakranê ya Îzmîrê, girtî Mûrat Dûran ku ji ber çalakiyên greva birçîbûnê ku ketiyê û baş nehatiye tedawîkirin, orxanên wî yên hundirîn têk ç^june û di mîdeya wî de texrîbateke mezin pêk hatiye. Dema ku Dûran, xwestiye ji bo kontrola rûtîn biçe nexweşxaneyê serpêlekî ku ji sewqkirina girtiyan a nexweşxaneyê berpirsyar e û leşkerên di bin fermana xwe de lê dane.    ŞERÇAVÊ WÎ BIRÎNDAR BÛYE   Bûyer, di 4'ê çileyê de li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Çîglî ya Îzmê pêk hatiye. Piştî ku kontrolên Dûran bi dawî bûne û wî kirine wesayîta rîngê û lê dane. Dema ku Dûran û komeke girtiyên jin birine nexweşxaneyê, di navbera wan de ji ber mehmeleya nebaş a leşkeran nîqaş derketiye û ji ber ku leşkeran çêrê jinên girtî kirine Dûran bertek nîşanî leşkeran daye. Ji ber vê bertekê serpêl û leşkerên di bin fermana xwe de li Dûran didin. Ji ber vê lêdanê serçavê Dûran birîndar bûye.    GILIYA LEŞKERAN KIR   Dûran, bi rêya Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê Parêzer Ozcan Sarioglû giliya leşkerên ku lê dane kir. Piştî giliyê, rêveberiya girtîgehê bi angaşta ku "girtiyan aniye kelê" derbarê Dûran de lêpirsîn da destpêkirin û rojek cezayê hucreyê li birî.   SERPÊL ÎŞKENCE LÊ DIKE   Parêzer Ozcan Sarioglû, derbarê mijarê de axivî û ev agahî dan: "Piştî hevdîtina bi muwekîlê xwe re ez ji rewşê haydar bûm. Ji ber ku hişyariya 'çêrê girtiyên jin' nekin leşkerê serpêl lê dide. Bi kulma li serçavê wî daye. Piştre jî bi pihînan lê daye. Piştî lêdanê ferman dide leşkerên xwe ku destê Mûrat bi pîşt ve kelemçe bikin. Dema lêdanê ji peywirdarên din dixwaze ku berê qamerayê biguherînin. Dema êrişê Mûrat bi ser hişê xwe ve diçe. Piştî êrişê wî bi kincên wî yên bixweîn dikin wesayîta rîngê. Lê nexweşxaneya girtîgehê mudaxaleyî wî dikin. Rojek piştî bûyerê careke din dixwazin Mûrat rakin heman nexweşxaneyê. Lê ji ber ku dizane wê heman koma cendirmeyan pê re biçe vê qebûl nake. Li ser vê wî sewqî nexweşxaneyeke din dikin."   BI SALAN E KURÊ XWE NABÎNE   Dayika Dûran Behiye Dûran ku ji ber vîrûsa koronayê bi salan e nikare biçe hevdîtina kurê xwe jî derbarê mijarê de ev agahî par ve kirin: "Dema ku bi telefonê li me geriya me hîn kir ku lê dane. Jixwe timtik li ser wan zext hene. Ew roj girityên jin jî li wir hebûne. Bi jinan re nebaş tevgeriyane û heqaret li wan kirine. Wî jî îdare nekiriye û bertek nîşanî wan daye. Fermandarê li wir ji leşkeran pirsa 'Ew kesê bersiv dide kî ye?' dike. Dema ku leşker Mûrat nîşan didin rast e rast êrişî wî dike. Di ser de jî bi angaşta ku li dijî wan derketiye û bersiv daye wan giliya Mûrat kirine."   MA / Ceylan Şahînlî