Kaya: Bi êrişa li dijî DÎAYDER’ê re Kurd tên armanckirin 2022-01-24 10:54:40 STENBOL- Hevberdevka DÎK’ê Huda Kaya diyar kir ku desthilatdarî bi zextên xwe hewl dide yek ol û yek mezhebê li civakê serwer bike. Kaya dibêje ku armanca van êrîşan Kurd in.  Di 3’yê Tîrmeha 2021’an de li Stenbolê li dijî Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Dîn (DÎAYDER) operasyonek hat kirin. Di operasyonê de 28 kes hatin binçavkirin û ji binçavkiriyan 9 jê hatin girtin. Îdianame 6 meh piştre hat amadekirin. Lê li şûna ku îdianame ji dadgehê re bê şandin, ji ewil pêşkeşî medyaya alîgir hat kirin. Çapemeniya nêzî desthilatdariyê bi îdiaya karê mirîşo û alîkariya pereyan, hem Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) û hem jî DÎAYDER kir armanca êrişan. Li ser vê yekê jî Wezareta Karên Hundir derheqê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de venêrî da destpêkirin.    Hevberdevka Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Huda Kaya derheqê operasyona li dijî endamên DÎAYDER’ê û hedefnîşandana wan de got ku desthilatdarî bi van êrişên xwe hewl dide “yekolîtî û yekmezhebiyê” li civakê ferz bike.    TÊGEHA ‘MELE’ SÛC E!   Kaya balkişand ser sûcdariyên di îdianameyê de û wiha got: “Ev sûcdariyên tên kirin dûrî aqil in. Hewl didin têgeha ‘mele’ wek sûc nîşan bidin. Îdiayên bêbext hene. Hewl didin peyva ‘mele’ wek peyva rêxistinê nîşan bidin. Lê ev peyv ne bi AKP’ê û ne jî bi rêxistinekê dest pê kiriye. Nirx û pîroziyên civakan ev bi hezaran salan e ku hene. Civaka me jî ne baweriya xwe, ne pirtûk û ne jî Xwedayê xwe bi AKP’ê nas nekiriye. Di îdianameyê de axaftina bi Kurdî wek ‘propagandaya rêxistinê’ tê nîşandan. Lê ev mele ye bi Tirkî nizanin. Jixwe mecbûr nînin ku bizanin jî. Xutbe, weaz û mewlîdên xwe bi Kurdî da ne û di navbera xwe de bi Kurdî axivîne. Ev jî wek ‘fermana rêxistinê’ pênase kirine.”    KURD ARMANC TÊN GIRTIN   Kaya dibêje ku desthilatdarî li ser DÎAYDER’ê hem gelê Kurd û hem jî muxalefeta civakî hedef digire û wiha domand: “Me rûyê rast ê AKP’ê nîşanî her kesî da ye û dê hîn bêhtir nîşan bidin. Dê nekarin xwe ji vê yekê xelas bikin. Ne dixwestin ev rûpoşa wan bikeve lê me xist. Temamiya civakê êdî rûyê wan ê rast dibîne.”    MEBESTA TOLHILDINÊ   Bi domdarî jî Kaya anî ziman ku AKP kesayetên oldar wek gefekê dibîne lewma jî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê kir hedef. Kaya got ku AKP wekî her carê niha jî dixwaze bi kevirekî gelek çûkan bikuje û wiha pê de çû: “Windakirina şaredariya Stenbolê ranagirin. Hêj jî ev têkçûna nedaqurtî ne. Birînên wan nû ne. Ji roja destpêkê heta niha hewl didin bi her rê û rêbazan hem Stenbol û hem jî gelê Kurd ceza bikin. Di heman demê de ev rewşekê tolhildanê ye.”   GER AKP BIKE DIBE‘ALÎKARÎ’ LÊ YÊN DIN DIBIN ‘TEROR’    Di dewama axaftina xwe de Kaya bi bîr xist ku derdora heyî ÎBB’ê li ser wan qertên alîkariya civakî ku bi mebesta piştevaniya bi malbatên xizan re tên belavkirin dike hedef û wiha berdewam kir: “AKP bi rêya sedeqeyan dixwaze civakê bike xulame xwe. Lê dema ÎBB van alîkariyan dike jê re dibe sûc. Di pêvajoya pandemiyê de gel nedikarî pariyekî nan bibe mala xwe. Nedikariyan komirê û pateyê zarokan bikirin. Wek HDP’ê me jî alîkarî kirin. Bêguman heke desthilatdarî nekare di vê mijarê de alîkariyê bide civakê, wê demê rêveberî û rêxistinên herêmî dikevin tevgerê. Çend qertên alîkariyê xistine rojeva xwe. Ev şerm e. Dema ew meqerne û komirê belav dikin vê yekê bi pozbilindî vedibêjin. Erê baş e dema şaredarî dikin çima dibe karê ‘terorê’?”   ARMANCA AKP’Ê   Huda Kaya anî ziman ku AKP dixwaze yek ol û yek mezhebê li ser civakê ferz bike û wiha got: “Ji bo vî karî Karên Diyanetê peywirdar kirine. Dixwazin olperestî-desthilatiya emewiyan li ser tevahiya civakê ferz bikin. Hewl didin bi navê ol tenê ev hebe. Vê wek ol pêşkeş dikin. Ji ber ku bi rêya vî olî hewl didin gel hîpnoz bikin da ku bikarin jiyana xwe ya li qesrê mîsoger bikin. Armanca esasî ev e. Nexwe haya civakê ji ol heye yan nîne ev yek zêde bi ser guhê wan ve nîne. Hewl didin desthilatdariya xwe mayînde bikin.”    PIRSGIRÊKA MAN Û NEMANÊ!   Kaya got ku ji dîrokê ve her tim desthilatdaran hewldanên civakî ji bo desthilatdarî û hukmê xwe weke gef dîtine û wiha derbirî: “Heman tişt îro jî berdewam e. Pirsgirêka desthilatdariyê ya man û nemanê heye. Di her mijarên weke siyasî, aborî, rant, daraz û medyayê de hewl didin desthilatiya xwe xurtir bikin. Dixwazin desthilatdariya xwe li ser yekperestiyê mayînde bikin. Lewma polîtîkaya xwe li ser bingeha tunekirina kesayet û derdorên muxalîf ava kirine.”    DIJBERTIYA WEKHEVIYÊ   Kaya bal kişand ser polîtîkaya AKP’ê ya ol û ev nirxandin kir: “Ji bo mayîndekirina pêşeroja xwe, têgeha ol wek amûrekî bi kar tînin. Ev yek bi hezaran salan e tê kirin. Ji ber ku herî zêde dikarin bi rêya ol civakan manîpule bikin. Di dema ku pêxemberan ji civakê re pêşengtî dikir, feraseta wekheviyê hebû. Van kesan di hêla zayend, çîn, reng û nasnameyên civakê de peyamên wekheviyê didan. Lê ew kesên ku digotin em li ser rêya wan pêxemberanin ku di serî de jî çînên olperest, ji bo mayîndekirina rehetî û desthilatdariya xwe her tim li dijî vê feraseta wekheviyê bûn muxalîf.”   HEVŞIBIYA EMEWÎ Û AKP’Ê   Huda Kaya axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hewl didin bi navê Xwedê û ol civakê arasteyî armancên xwe bikin. Piştî ku olperestiya AKP’ê jî ber bi qesrê ve veguherî, şibiya olperestiya Emewiyan. Çawa ku tevgereke sivîl û wekhevîxwaz a li Şamê ber bi împaratorî û rêveberiya qesrê ve veguherî be, heman feraset îro jî berdewam e. Ev sûîqesteke li dijî ol û dij-şoreş e. Ev yek di dema Emewiyan de hat kirin û sedan sal piştre jî her berdewam kir. Hem desthilatdarî bi heman referansan û ji heman hawîzê hebûna xwe berdewam dikin.”    MA / Mehmet Aslan