Sancar: Em li dijî bêedaletiya birêxistinkirî têkoşîna birêxistinkirî mezin dikin 2022-01-24 11:03:48 ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, beriya danişîna Doza Denîz Poyraz axivî û ev tişt got: "Em li dijî bêedaletiya birêxistinkirî têkoşîna birêxistinkirî mezin dikin." Duyemîn danişîna doza kujer Onûr Gencer ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz kuşt li 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê tê dîtin. Beriya ku danişîn dest pê bike HDP'ê li ber Edliyeya Bayrakliyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên "Em ê ji kujeran hesab bipirsin! Wê faşîzm têk bike. Em ê qezenc bikin" û "Denîz Poyraz serhildana me ye. Em şopdarê dozê ne" hatin vekirin û timik dûrişmeyên "Wê roj bên dewran biguhere, AKP hesab bide gel" , "Wê jin ji kujeran hesab bipirsin" , "Wê faşîzm têk biçe, em ê qezenc bikin" û "Li dijî faşîzmê mil bi min" hatin berzkirin.      Dayika Poyraz Fehîme Poyraz, bavê Poyraz Abdûllîlah Poyraz, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmez, Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal, Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, -Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Cavît Ûgûr, rêxistinên jinan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.    HÊZA LI ÊRIŞÊ   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di daxuyaniyê de axivî û ev tişt gotin:    "HDP û siyaseta demokratîk di bin êrîşan de ye. Li pişt êrişê hêzeke bi rêxistinkirî heye. Tenê bi kuştina hevalekî ev têkoşîn ranaweste. Kes natirse û têk naçe. Xwestin bitirsînin û bitepisînin. Lê ev êriş bi serneketin û wê bi sernekevin. Em ji bo edalet, heqîqet û aştiyê li vir in. Em dizanin ku pêşberî me pergaleke nebaş a birêxistinkirî ya bêedalet heye. Li dijî van pêkanînan rêya herî bibandor têkoşîneke birêxistinkirî ye. Li dijî nebaşî û bêedaletiyê mezinkirina rêxistinkirina başî û têkoşînê rêya berjewendîkar e.   XELASIYA TEKANE TÊKOŞÎN E   Xelasiya takane ya ji vê pergala talanker, xwînxar têkoşîna bi hev re ye. Desthilat darazê ji bo bêdengkirina muxalefetê bi kar tîne. Heke em bêdeng bimînin wê edalet li eywanên dadgehan pêk neyê. Em bêdeng nabin û li dijî bêdaletiya birêxistinkirî têkoşîna birêxistinkirî mezin dikin û bi berdewamî têkoşîna hevpar ava dikin. Em dizanin ku edalet tenê dema ku ji bo herkesî bê xwestin ji bo armancekê ye. Dema têkoşîna edaletê ji bo herkesî bê dayîn bi wate dibe. Ya ji bo herkesî heye ya jî ji bo tu kesî nîne. Êrişa li dijî Denîz Poyraz û HDP'ê pêkanîna ji bo devjêberdana têkoşîna aştiyê ye. Lê em ji bo anîna aştiyê bibiryar in. Aştiyê jî em dikarin li ser edalet û heqîqetê ava bikin. Li cihê ku edalet û heqîqet tunebe aştî û cihê ku aştî tune be jî demokrasî nabe. Cihê demokrasî jî tune be wekhevî û aramî nabe. Divê em tev vê bibînin."   Piştre Sancar, da zanîn ku cînayeta Denîz Poyraz remza têkoşîna jinan e û got ku wê bi têkoşîna xwe Tirkiyeyê derbixin rojên ronî.