Li Hesekê operasyona li dijî DAIŞ’ê di roja 5’an de ye 2022-01-24 11:53:53 HESEKÊ - Operasyona li dijî endamên DAIŞ’ê ku ji girtîgehê reviyan û li navenda Hesekê belav bûn, di roja 5’emîn de berdewam dike û îro operasyonek berfireh hat destpêkirin.  Endamên DAIŞ’ê di 20’ê mehê de ji Girtîgeha Sîna ya li taxa Xiwêran a Hesekê dest bi êrişan kiribûn û hewl dan firar bikin. Piştî vê hewla DAIŞ’ê Hêzên Ewlehiya Hundirîn operasyonek befireh dan destpêkirin û ev operasyon di roja 5’emîn de berdewam dike. Hat zanîn ku heta niha 175 endamên DAIŞ’ê hatine kuştin û gelek ji van DAIŞ’iyên ku ji Serêkaniyê, Girê Spî û Iraqê hatin û li şaneyên taxa Xiwêran bicih bûn jî hatin girtin. Operasyona li dijî şaneyên DAIŞ’ê ku li çend cihan maye didome. Hat zanîn ku duh bi şev gelek DAIŞ’î xwe radestî Hêzên Ewlehiya Hundirîn kirine.      OPERASYONA BERFIREH DEST PÊ KIR    Komîteya Karên Navxweyî ya Rêveberiya Xweser duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ji bo ewlehiya herêmê li Kantona Hesekê wê qedexeya derketina derve ya berfireh were sepandin.    Piştî vê biryarê îro di saetên serê sibehê de li tevahiya navenda Hesekê operasyonek berfirehî li dijî DAIŞ'ê hat destpêkirin.