Ocalan: Ger ku Hesekê bi dest bixin dê komkujiyê bikin 2022-01-24 12:27:52 NAVENDA NÛÇEYAN – Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi salan berê ji bo êrişeke gengaz a li dijî Hesekê ev nirxandin kiribû: “Ger ku Hesekê bi dest bixin, dê li wir komkujiyê bikin.”  Endamên DAIŞ’ê di 20’ê Çileyê de êrişî Girtîgeha Sinaa ya li bajarê Hesekê kir. Li ser vê yekê hêzên Antî-Teror ên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dijî DAIŞ’iyan operasyon da destpêkirin. Bi destpêkirina pevçûnan re DAIŞ’iyên girtî jî hewl dan ji girtîgehê birevin. HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya pevçûnan parve kir û destnîşan kir ku heta niha 175 DAIŞ’iyên êrişkar hatine kuştin û di pevçûnan de 27 endamên wan jî jiyana xwe ji dest da ne.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi salan beriya niha derheqê êrişên DAIŞ’ê de gel hişyar kiribû û ji bo Hesekê bal kişandibû ser girîngiya xweparastinê. Ocalan li dijî hewldanên komkujiyê ya DAIŞ’ê gel hişyar kiribû.    HEWCE YE XWEPARASTIN HEBE   Di hevdîtina 3’yê Nîsana 2013’an de Rêberê PKK’ê ji Şandeya Îmraliyê re wiha dibêje: “Ez ji bo Hesekê dibêjim. Ev gelek girîng e. Ger wê derê bi dest bixin dê komkujiyê bikin. Heke Hesekê ji dest biçe, ev berpirsyariya wan e. Divê ji bo Hesekê jî hêzeke xweparastinê ava bibe. Ne tenê Kurdên li wir, hewce ye Ereb û Suryanên li wir jî bên parastin.”    HIŞYARIYA KOMKUJIYÊ   Ocalan dibêje ku divê Hesekê bi hêviya wijdana Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) û hêzên rejîma Baasê ve neyê hiştin û wiha didomîne: “Heke em ji bo Hesekê tiştekî nekin, wê demê dê faşîst bikin. Divê mirov wan şerîd û kemberan weke eniyan pêş bixe. Hemû welatparêz, mezheb û yên din dê di vê eniyê de cih bigirin. Nexwe dê komkujiyeke mezin li wir çê bibe. Ya ku balê dikişînim ser, rêya pêşîlêgirtina eniya faşîst e. Dema ev der xelas bû, em ê bi wê derê re eleqedar bibin. Ev yek dê li ser bingeha Sûriyeyeke demokratîk çêbibe.”   DAIŞ A DUYEMÎN XWE AMADE DIKE   Di hevdîtina xwe ya 9’ê Çileya 2015’an de jî Ocalan wiha dibêje: “Gefa DAIŞ’ê dê xelas nebe. Heke DAIŞ li Sûriyeyê xelas bibe jî DAIŞ a duyemîn xwe amade dike. Hêj ji destpêkê ve min Lijneya Mîsak-î Mîllî ji bo vê pêşniyar kiribû. Erebperestiya Erdogan nêzikatiyeke pir talûke ye. Dixwaze bi destê Qeter û Erebistana Siûdî Efrîn û Kobanê girêdayî Ereban bike û Cizîrê jî girêdayî Başûr bike. Li ser Mûsil û deverên din jî kete nava hesabên pir talûke.”