Li Siwêregê rêyên 630 gundan hatin girtin: 2 hezar mî li ber mirinê ne 2022-01-24 13:45:46   RIHA - Ji ber barîna berfa zêde li navçeya Siwêregê rêyên 630 gundan hatin girtin û li mezraya Gurakar ji ber talûkeya hilweşandina axuran 2 hezar mî bi mirinê re rû bi rû ne.    Berfa zêde ya li navend û navçeyên Rihayê bariya bandoreke neyînî li jiyanê kir. Li navçeya Siwêregê rêyên 630 gundî ji berfê hatin girtin. Li deverên bilind ên navçeyê berf bi qasî metreyekê ketiye. Li navçeyê rêya di navbera Amed û Rihayê jî ji çûn û hatine wesayîtan re hat girtin. Li mezraya Gurakar a gundê Bilbek jî nêzî 2 hezar mî û hejmarek dewar bi mirinê re rû bi rû ne. Axurên ku sewal li wan tên girtin ji ber zêde barîna berfê li hemana ne ku hilweşin. Rexmî vê rewşê jî şaredariya AKP'î ya navçeyê li ser hesabên xwe yên medya sanal reqlama xwe dike. Xwediyên sewalan ji bo xelaskirina sewalên xwe muxataban nabînin.    RAYEDARAN LI WAN VENAGERIN   Sewalvan Şeyhmûs Korkût ku li Siwêregê dimîne, diyar kir ku 2 hezar sewalên wan bi mirinê re rû bi rû ne û got ku ji bo alîkariyê duh li Rêya Bejahiyê geriyaye û jê re gotine ku herêm di bin kontrola Siwêreg û Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de û nikare alîkarî bike. Korkût, da zanîn ku li şaredarî û qaymeqamiya Siwêregê jî geriyaye û lê venegeriyane û wiha got: "Ciwanên gund bi derfetên xwe berfê paqij dikin. Ceyran jî tune ye. Gundê nêzî 44 kîlometreyan dûrî navçeyê ye. Bila rayedara demildest alîkarî bidin me. Heke na wê 2 hezar sewalên me bimirin. Bila şaredariyên Siwêreg û Rihayê rêyên me vekin û em sewalên xwe xelas bikin."