Li Cizîrê maşîneya zirxî li ciwanekî qelîbî û giran birîndar kir 2022-01-24 13:55:37   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê, di saetên serê sibehê de maşîneyeke zirxî li xwendekarê bi navê Abdûlgaffar Dayan ku diçû dersxaneyê qelibî û bi giranî wî birîndar kir.    Li taxa Yafesê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di saetên serê sibehê de maşîneyeke zirxî li xwendekarê bi navê Abdûlgaffar Dayan (23) ku diçû dersxaneyê qelibî. Maşîneyê Dayan bi giranî wî birîndar kir. Timên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê Dayan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.    Hat hînbûn ku xetereya jiyanê ya Dayan heye û wî kirine emeliyatê.    Malbat û hevalên Dayan ku agahî girtin berê xwe dan nexweşxaneyê.