Di lêpirsîna Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de rêze skandal 2022-01-24 14:14:50 ŞIRNEX - Hurmuz Dîrîl û hevjîna wî Şîmonî Dîrîl 747 roj berê li Bêşebabê winda bûn. Çend demek piştre cenazeyê Şîmonî Dîrîl hat dîtin. Îdianameya bûyerê bi hinceta ‘delîl nehatine berhevkirin’ hat redkirin.  Hurmuz Dîrîl û hevjîna wî Şîmonî Dîrîl di 8’ê Çileya 2020’an de li gundê Mehrî yê Bêşebap a Şirnexê winda bûn. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê derheqê bûyerê de îdianame amade kir lê ev îdianame ji hêla 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê ve hat redkirin. Hinceta redkirina îdianameyê hat bidestxistin. Bi derketina hincetê re xuya bû ku di lêpirsîna heta niha de ku bi ‘nepenî’ dihat meşandin, Apro Dîrîl, Behçet Oztunç û Îsmaîl Yildiz wek kesên gumanbar hatine dîtin. Li gel vê yekê, gelek kêmasiyên di lêpirsînê de jî derketin holê.    ŞÎMONÎ JI NÊZ VE HATIYE GULEBARANKIRIN   Di îdianameya hatiye redkirin de kiryar bi sûcên; ‘bi hesteke hovane û êş pê daye kişandin’ û ‘bi plankirî kuştî ye’ hat sûcdarkirin.  Her wiha di rapora otopsiyê ya Şîmonî Dîrîl de tê gotin ku şopa barûdê li ser parkê wê heye û gule ji cihekî nêz ve lê hatine reşandin. Bi domdarî tê gotin ku ji bo were zanîn bê ka Dîrîl bi kîjan çekan hatiye kuştin, li ser çekên li mala Aprol Dîrîl hatibûn dîtin tu lêkolîn nehatine kirin û balkêşe ku qala parvekirinên bikarhinêrê Twîtterê Ahmet Taşdemîr tê kirin.    TIŞTEK JI WEKÎLÊ FERMANDAR NEPIRSÎN   Di hinceta îdianameyê de tê destnîşan kirin ku Taşdemîr di parvekirinên xwe de dibêje dema bûyer qewimî, li qereqolê wekîlê fermandar bû û haya wî ji agahiyên bûyerê heye lê dîsa jî nekarîne xwe bigihînin vî kesî û agahiyan jê bigirin.   'HINCETEKE WIHA YA BIRYARA RED KIRINÊ NABE’   Di hincetê de tê gotin ku ji ber berhevnekirina delîlan, îdianame paşve hatiye şandin. Parêzerê malbatê Orhan Kemal Cengîz li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bertek nîşan da. Cengîz diyar kir ku wan du daxwazname û gelek hewl dabûn lê wek encam dadgehê tenê biryara redê daye wan. Cengîz wiha domand: “Berhevnekirina hinek delîlan wek hincet nîşan dane. Ev ne hincetên rast in. Ji bo sererastkirina îdianameyê CMK şertê ‘gumana pêwîst’ aniye. Ji bo bersûc di dosyayê de ji ber ku ‘gumana zêde’ heye biryara girtinê derket. Hewceye Dadgeha Cezayên Giran di zûtirin dem de vê îdianameyê qebûl bike.”   Di berdewamiya parvekirina xwe de jî Cengîz wiha dibêje: “Di rapora otopsiyê ya Şîmonî Dîrîl de derket holê ku şopên barûdê li ser parkê wê hene û ji cihekî nêz ve hatiye gulebarankirin. Lê 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bi hinceta ku çeka Dîrîl pê hatiye kuştin bi çekên li malên bersûcan nehatiye muqayesekirin, ev îdianeme red kiriye. Cenazeyê Şîmunî Dîrîl 70 roj piştî revandinê hatibû dîtin. Ne tiştekî bi aqilane ye ku kesekî bûyer pêk anî demekî ewqas dirêj wê çekê di mala xwe de veşêre. Gelo heke ev çek neyên dîtin ma dê Dadgeha Cezayên Giran vê dozê bi tevahî red bike? Ji bo biryara redê nabe ku hinceteke wiha bê nîşandan.”   TÊKILDARÎ BÛYERÊ   Hurmuz Dîrîl û hevjîna wî Şîmonî Dîrîl di 8’ê Çileya 2020’an de li gundê Mehrî yê Bêşebapê winda bûn. 70 roj piştî bûyerê cenazeyê Şîmonî Dîrîl li rex Çemê Hezîlê hat dîtin lê ev bû 747 roj ku tu agahî ji Hurmuz Dîrîl nayên girtin. Biryar hat dayîn ku lêpirsîn ‘nepenî’ bidome û ev biryar hêj jî nehatiye guherandin. Di çarçoveya lêpirsînê de xizmê Dîrîl, Epro Dîrîl ku gumanbarê yekemîn tê dîtin du caran bi hinceta ‘ji bo girtina wî gumana pêwîst heye’ hatiye girtin lê piştre hat berdan. Eprol Dîrîl bi giştî jî 3 caran hatiye girtin ku niha jî di girtîgehê de ye.    Îdianameya ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hatibû amadekirin û pêşkeşî 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hatibû kirin lê dadgehê îdianame red kiribû.   MA / Ahmet Kanbal