Maşîneya zirxî Dayan 50 metre kaş kiriye û 40 deqe hatiye rawestandin 2022-01-24 14:56:14 ŞIRNEX - Şahidên bûyera maşîneya zirxî ya li Dayan qelibî, diyar kir ku maşîneya zirxî Abdûlgaffar Dayan bi qasî 50 metreyan xirikandiye û 40 deqe li erdê hatiye rawestandin.  Li taxa Yafesê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di saetên serê sibehe de maşîneya zirxî ya bi tîpa Ranger a polisan li ciwanê bi navê Abdûlgaffar Dayan (23) qelibî û wî bi giranî birîndar kir.    '50 METRE XIRIKANDIN'   Şahidên bûyerê ku nexwestin navê xwe aşkera bikin, derbarê bûyerê de axivîn û ev agahî dan: "Piştî qezayê bi dehan maşîneyên zirxî hatin cihê bûyerê. Ciwanê maşîne li qelibî bi qasî 50 metreyî bi maşîmeyê hat xirikandin. Rê jîn çûn hatinê re hat girtin. Ciwan bi qasî 40 deqeyî li cihê xwe hat hiştin. Me xwest em wî rabikin nexweşxaneyê lê bi hinceta ku wê ambûlans bê destûr nedan. Piştre rakirin nexweşxaneyê. Di rewşeke gelek giran de bû. Wisa tund li qelibî peşiya maşîneyê parçe bûbû."   Li aliyê din hat hînbûn ku di nav û dilê Dayan de xwîn der bûye û wî girtine emeliyatê.