Ji Girtîgeha Bakirkoyê name ji bo Nobeda Edaletê hat şandin 2022-01-24 15:27:34 AMED - Ji Girtîgeha Bakirkoyê ya jinan ji bo Nobeda Edaletê name hat şandin. Di roja 70’emîn ya nobedê de nameya girtiyan hate xwendin. Jinên girtî di nameyê de nobed slav kirin û gotin sekna we wê azadiyê bîne. “Nobeda Edaletê” ya li Baroya Amedê ji bo girtiyên siyasî yên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û berdana wan hatiye taloqkirin, hatibû destpêkirin di roja xwe ya 70’emîn de berdewam dike. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û siyasetmedar serdana nobedê dikin û peyaman piştgiriya xwe parve dikin. Îro jî rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Komîsyona ji bo Gulîstan Doku Edalet serdana nobedê kirin.    Girtiyên jin ên li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan ji bo “Nobeda Edaletê” name şandin. Nameya bi navê Şîvekar Adaş ve hatiye şandin ji aliyê Hakkî Boltan ê bavê girtiyê nexweş ve hat xwendin.   ‘EV POLÎTÎKAYA RIZANDINÊ YE'    Şîvekar Adaş bi slavkirina nobeda edaletê û berxwedana nobedaran dest bi nameyê dike û di nameyê de wiha hatiye gotin: "Weke hûn jî pê dizanin li ser hemû girtîgehan tecrîdek girankirî tê meşandin. Em di nava şert û mercên giran de tên hêlan. Ev polîtîkayên ku li ser girtîyan tên meşandin polîtîkayên li derveyî hiqûqê û derveyî mirovahiyê ne. Di demek nêz de jî rêhevala me Garîbe Gezera li Girtîgeha Kandirayê dihat girtin jiyana xwe ji dest da. Her wiha em dixwazin destnîşan bikin ku rêhevalên me yên nexweş in bêhtir van tengasiyan dijîn. Ev jî polîtîkayên rizandinê ne û polîtîkayên girtiyan terkî mirinê dike ye."   ‘EM SEKNA WE SILAV DIKIN'   Şîvekar Adaş di dawiya nameyê de wiha dibêje: "Em bi hêvî û bi bawer in ku wê piştgiriyên ji bo çalakiya wê zêde bibin. Em weke jinên siyasî yên li girtîgeha Bakirkoyê 42 girtî we ji dil û can û bi rêzdarî slav dikin. Sekna we her tim vîna azad bi me re pêş dixe. Em ji zehmetî û keda we re spas dikin. Sekna we ji me re gelek pîroz e û ji me re dibe hêz. Em jî soz didin ku em ê layiqê têkoşîna we bin. We her tim li dijî bê mafiyan serhildan fêrî me kir. Ev çalakî jî wê ji me û herkesî re xwedî nirxekî fêrker be. Ez we hemûyan yek bi yek bi rêzdarî slav dikim. Em baş dizanin ku wê sekna we azadiyê bîne."   WÊ JI BO GIRTIYAN BIXEBITIN    Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran jî di serdanê de axivî û wiha got: "Me ji serî de nobeta we û çalakiyên we şopand. Nobeta we û çûyîna we ya Enqereyê çalakiyên bandorker bûn û em çalakiyên we ji dil pîroz dikin. Em weke rêhevalên wan em ê şopdarê doza wan bin. Baş e ku hûn hene, hertim hûn ji me re dibin hêz. Em dixwazin ji vir jî diyar bikin ku pêwîst e ji bo piştgiriyê em bêhtir xebatê bidin meşandin. Em jî weke partî em ê li bajarên Kurdistanê xebatên têkildarî girtiyan bidin meşandin. Me beriya niha li Stenbolê pêk anî bû."