Rêxistinên sivîl: Mirina Ramazan Turan bi guman e 2022-01-24 16:08:59 WAN - Li Wanê 11 rêxistinên sivîl diyar kirin ku mirina Ramazan Turan bi guman e û banga berdana girtiyên nexweş kirin.  Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Mehkûm re (TUHAY-DER) a Wanê, Baroya Wanê, Platforma Şaxên KESK'ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Starê, Komeleya Lêkolînên Koçberiyê ya Serhedê, Odeya Tabîban a Wan-Colemêrg, Desteya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Parastina Berhemên Dîrokî ya Wanê (ÇEVDER) têkildarî Ramazan Turan ê li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind ku di 21’ê çile de jiyana xwe ji dest dabû daxuyanî dan. Daxuyanî li avahiya Baroya Wanê pêk hat û malbatên girtiyan ku 45 roj in Nobeda Edaletê digirin jî piştgirî dan daxuyaniyê.    ‘MIRINA BI GUMAN E’    Rêveberê OHD’a Wanê Îslam Kartal daxuyanî da û da zanîn ku otopsiya Turan li Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Wanê bêparêzeran hatiye kirin û nimûneyên wek xwînê û hestiyan ji bo lêkolîna toksîkolojîk şandine Saziya Tiba Edlî ya Trabzonê. Kartal anî ziman ku mirinên li girtîgehan diqewimin ne mirinên ji rêzê ne û ew wek mirina Ramazan Turan wek mirinek bi guman dinirxînin.    HIQÛQA DIJMINATIYÊ   Kartal bi bîr xist ku qeyûmê şaredariya Wanê darbest û wesayîta cenaze nedaye malbata Turan û ew vê yekê wek hiqûqa dijminatiyê pênase dikin. Kartal anî ziman ku mafê girtiyan ên wek mafê jiyanê, qedexeya îşkence û muameleya xerab û mafê tenduristiyê tê binpêkirin û ew bêdengiya rayedaran a ji bo berdana girtiyên nexweş rexne dikin. Kartal xwest ku mirinên bi guman ên li girtîgehan diqewmin bila demildest werin ronîkirin û banga berdana girtiyên nexweş kir.