Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 45’an de ye 2022-01-24 16:49:58   WAN - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan li Wanê dane destpêkirin di roja 45’emîn de berdewam dike.     Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan hatiye taloqkirin ku li Baroya Wanê den destpêkirin di roja 45’emîn de berdewam kir. Malbat îro beşdarî daxuyaniya rêxistinên sivîl ku ji bo mirinên li girtîgehan diqewimin dan bûn.    ‘EM NAXWAZIN CENAZE DERKEVIN’   Hame Aydin a dayika girtî Rojhat Aydin daxwazên edaletê dubare kir û got: “Em dixwazin girtiyên nexweş werin berdan da ku tedawiya wan were kirin. Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji hepsan derkeve. Em gazî hemû malbatan dikin ku werin beşdarî nobeda me bibin.”