Derbarê kongreya HDP’a Edenêyê de lêpirsîn hat destpêkirin 2022-01-24 16:53:18   EDENE - Bi angaşta ku dirûşmên li Kongreya HDP'ê ya Bajarê Edenêyê hatine berzkirin derbarê kongreyê de lêpirsîn hat destpêkirin.   Partiya Gelan a Demokratîk a (HDP) Bajarê Edenê duh Kongreya xwe ya Asayî ya 4'emîn li dar xistibû. Kongre bi beşdariyek zêde pêk hatibû. Di kongreyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatibûn berzkirin. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi hêceta berzkirina dirûşman bi îdiaya "propagandaya rêxistinê hatiye kirin" derbarê kongreyê de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de hat zanîn ku polîsan gazî hin welatiyan kiriye ku biçin îfade bidin.