Li Hesekê 300 DAIŞ'î tevî çekên xwe teslîm bûn 2022-01-24 18:13:51   HESEKÊ - Berpirsê Navenda Çapemeniyê ya QSD'ê FErhad Şamî, ragihand ku li Girtîgeha Sînayê 300 DAIŞ'î tevî çekên xwe teslîmî Hêzên Parastina Hundurîn bûne.    Operasyonên Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên piştî êrişên DAIŞ'ê yên di 20'ê Çileyê de biribûn ser Girtîgeha Sînayê ya li Taxa Xwiran a Hesekê, didomin. Berpirsê Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) FErhad Şamî, ragihand ku li Girtîgeha Sînayê 300 DAIŞ'î tevî çekên xwe teslîmî Hêzên Ewlehiya Hundurîn bûne.    Şamî, wêneyên DAIŞ'iyên teslîm bûne jî parve kirin û got: "Piştî bangên ji bo teslîmbûn, 300 terorîstên serî rakirin li Girtîgeha el-Saayê tevî çekên xwe teslîm bûn. Operasyon bi awayekî plankirî didome.