Amed: Şoreşa Rojava bi berxwedana Kobanê bû şoreşeke gerdûnî 2022-01-25 09:06:09 KOBANÊ - Andok Dersim Amed ku di êrişa DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê de her du nigên wî jêbûn, anî ziman ku Şoreşa Rojava bi berxwedana Kobanê re bûye şoreşeke gerdûnî.   Gava di 2011'an de li Sûriyeyê şer dest pê kir, kurdan jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê "xwerêvebirî" îlan kirin. Piştî vê li herêmên xwe bi êrişên DAIŞ'ê û Tirkiyeyê re rû bi rû man. DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2015'an de êriş bir ser Kobanê. Êrişên DAIŞ'ê bi mehan dewam kirin. Kurdan jî li hemberî van êrişan li ber xwe dan û di 26'ê Çileyê de tevî hêzên Koalîsyona Navneteweyî Kobanê ji êrişan rizgar kirin û DAIŞ'ê têk şikandin. Piştî vê berxwedana dîrokî 1'ê Mijdarê wekî "Roja Kobanê ya Cîhanê" hat qebûlkirin.    Andok Dersim Amedê YPG'î ku di berxwedana dîrokî ya Kobanê de her du nigên xwe winda kirin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa wê berxwedana dîrokî kir.    ‘BI TOPÊN HAWANÊ BÛ GAZÎ'   Amed, di 2013'an de di dema êrişên li Serêkaniyê û gundên Kobanê de çûye Rojavayê û ji wê çaxê heya niha têkoşîna xwe didomîne.    Amed, bilêv kir ku li Kobanê di dema şerê li dijî DAIŞ'ê de cihê ku lê şer dikirin bi topên hawanê hatine topbarankirin û got: "Wê çaxê sal û nîvek min qediyabû ku ez li Kobanê bûm. Lewma hema bibêje min hemû heval nas dikirin. Di dema şer de carinan ji bo tespîtkirina nasnameya hevalên şehîd diketin gazî min dikirin. Di pêvajoyeke wiha de bi topên hewanê her du nigên min çûn."    ŞOREŞA ROJAVAYÊ   Amed, diyar kir kiu DAIŞ'a ku li Iraqê, li Şingalê û deverên din komkujî kirine piştî Hîtler bûbû unsûra duyem a xeter û talûke ya ji bo cîhanê. Amed, bilêv kir ku tu artêşên dewletan pêşî li ber nedigirt, lê ev yek li Kobanê berevajî bûye. Amed got: "A rast, DAIŞ'ê di warê pêşeroja civakan de bûbû cihê tirseke mezin. Ev pêkanînên dij mirovahiyê ne taktîk bûn, bi temamî rengvedana bîr û baweriya wan bû. Şoreşa Rojavayê di serî de ji bo kurdan û bi giştî jî ji bo gelên herêmê bûbû zemîna rêxistinbûna jiyaneke hevpar. Beriya êrişa li ser Kobanê, ev li cîhanê jî ev qas deng nedabû. Şoreşek pêk hatibû, lê di herêmê de asê mabû. Lê gava DAIŞ'ê êriş ki, berxwedana Kobanê bû warê kesên dixwazin bi awayekî mirovane bijîn. Ji bo şerê li dijî vê ferasetê qadek hatibû afirandin. Çawa ku DAIŞ û dewleta tirk bi heman ruhî hatin cem hev, kurd û dostên wan jî li dijî vê feraseta barbar û faşîzmêbi heman ruh û baweriyê hatin cem hev du. Bi vê re, bi berxwedana Kobanê re Şoreşa Rojavayê, bû şoreşek gerdûnî."    RUHÊ BERXWEDANA KOBANÊ   Amed, diyar kir ku ji aliyekî ve jî li Kobanê rojnamevanî kiriye û ji ber vê hema bibêje hemû eniyên berxwedanê dîtine û û got: "Ez bûm xwedî azmûn di warê ragihandina berxwedanê de ji bo raya giştî. Tişta herî girîng a min raçav kir ev bû: Piştî meha Cotmehê Kobanê veguherîbû bajarekî Bakurê Kurdistanê. Ji çar hawirdorên cîhanê mirovên enternasyonal hatibûn û helbet hevalên me ji perçeyên din jî hatibûn. Lê ji deh kesan heft kes ji Bakur hatibûn. Min ji her kesî dipirsî bê ka ji ku hatine. Bersivên wan vê encamê piştrast dikirin. Jixwe diviyabû wisa bûna jî. Ji lew re welatê xwe diparastin. Lê yên hindik kobanîyî bûn. Te dît ew kesên xwe li sînoran xistin... Ez dibêjim xwezî ew jî hebûna. Werhasil di berxwedana Kobanê de tiştên xweşik hemû bi hev re bûn. Jinên li ber jiyaneke koletiyê rabûn û xwestin bi awayekî azad bijîn, extiyar, ji hemû temenî mirov li dijî barbaran şer kirin... Berxwedana me ya li hemberî DAIŞ'a ku heya wê çaxê her kesî qir dikir, tenê ne ji bo gelê me, ji bo tevahiya cîhanê bû hêvî. Ji xeynî hemêzkirina vê hêviyê tu alternatîfek wan tune bû. Ji lew re hêzên navneteweyî jî tam li ber van barbaran ranedibûn. Lewma berxwedana Kobanê bû sembola berxwedana mirovahiyê."    YEKÎTIYA NETEWEYÎ   Amed, destnîşan kir ku mînaka herî berbiçav a têkoşîna neteweyî berxwedana Kobanê ye û Kobanê bû cihekî ku xwîna ciwanên her çar perçeyan tevli nav hev bûye. Amed got: "Kobanê bû zemîna yekîtiya neteweyî. Wê çaxê Pêşmeger hatin Kobanê, Hatine wan ji bo yekîtiya neteweyî destpêkek bû, lê veneguherî tiştekî mayinde. Ger kurd mînaka Kobanê ji xwe re esas bigirin, dê ji derheqê hemû pirsgirêkan derkevin."    MEHSA TEPÊ MEYDANÊ KIR   Amed, behsa bîranînek xwe ya berxwedana Kobanê jî kir. Amed got: "Roja pêncan a berxwedanê bû. Em li rojavayê Tepeyê Meydanê li cihekî bûn. Ev der, li gor KObanê cihekî bilind bû. Û ji bo parastinê cihekî stratejîk bû. Tenê keleş û bombe bi mre hebûn. Çeka me ya herî giran Bîsvîng (B7) bû. Lê tenê çend roketên wê mabûn. Çete jî ji bo xwe biparêzin, tanq ji xwe re kriibûn sîper. Lewma keleş û bombe bêbandor bûn. Serê sibehê saet li dor 10.30'yî bû. Çeteyan ji bo tişt bi tanqên wan neyê, ji dû re tepe hedef girtin û xwestin êrişî tepe bikin. Me jî cihê xwe li gor pozîsyona êrişa wan eyar kir. Me planên êrişên ewil pûç kiribûn. Êrişa dudoyan piştî nîvro saet li dor 14.00'an bû. Ev êriş pir dirêj dewam nekir, pevçûnine demkurt bûn. Fermandarê koma me hevalê Baran bû, ji Serhedê bû. Wî hem koordîne dikir, hem jî ler dikir. Piştî êrişa dudoyan ez û hevalekî, ji bo erzq û û avê em daketibûn gund. Gava em gihaştin gund bi nîv saetekê çete vê carê ji sê milan ve, bi tanqan dest bi êrişê kirin. Hejmara me û etchîzatên me li gor ên dijmin kêm bûn. Lê dîsa jî me li ber xwe dida. Wekî din tu rê tune bû. Tepe bi topan dihat bombebarankirin. Çetejî radipelikîn tepe. Şer biq asî 30 deqeyî dewam kir. Li tepe 6 heval şehîd ketibûn û hevalên birîndar hebûn. Hevalê Baran jî ji bo bi saxî nekev dest wan bombeyên xwe hazir kiribûn û li bendê bû ku çete nêz bibin. Xwe li mirîtî danîbû. Gava çete nêz bûbûn, berî ku bombeyan bi xwe de biteqîne di bêtêlê de dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo', 'Bijî berxwedana Kobanê' berz kirin û paşê deng jê biriya. Şehîd Baran, yekem kes bû ku çalakiya fedaî ya bexwedana Kobanê kiribû."    DAXUYANIYA ERDOGAN   Amed, bal kişand ser gotinên Serokkomarê AKP'î Erdogan jî ku gotibû "Kobanê ha ket ha ket" û got: "Gava ev daxuyanî hat dayîn, atmosfera şerê Kobanê wiha bû; Şer tam di orta bajêr de bû. Û bajar ji hêla rojhilat, rojava û başûr ve hatibû dorpêçkirin. Jixwe hêla wê ya bakur li Tirkiyeyê bû. Eskerên tirk jî li deriyê sînor û li ser sînor cihê şervanan ji çeteyan re digotin. Di asasê xwe de, ya maqûl diviyabû biketana. Hingî wisa bawer kiribûn ku dê DAIŞ Kobanê dagir bike... Lewma zûzûka xwestin bi vê daxuyaniyê serketina xwe ragihînin. Wekî ehr carê... Lê tiştek hebû ku ne Erdogan ne jî çeteyan hesab nekiribû: Bi yên li ber xwe didan ruhekî Apogerî hebû. Û ev ruh serketinê afirand. Lewma hê jî Kobanê birîneke kûr a Erdogan e."    GEFÊN TIRKIYEYÊ   Amed, destnîşan kir ku piştî serketina 26'ê Çileyê êrişên li ser Kobanê bi destê Tirkiyeyê dewam kirine û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Tenê ne KObanê, hemû herêmê bi gef û êrişên dewleta tirk re rû bi rû ye. Ji sala 2019'an ve li dijî rêxistina terorî DAIŞ'ê têkoşînek hebû. Bi pêşengiya DYA'yê hêzên koalîsyonê jî piştgiriya vê têikoşînê dikirin. Bandoreke hêzên navneteweyî li ser dewleta tirk hebû. Lê kengî DAIŞ di warê eskerî de li Dêra Zorê qediya, bandora DYA'yê û hêzên din a li ser Tirkiyeyê jî qediya. An jî pir qels bû. Dê di 2018'an de DAIŞ biqediyana, lê hêzên navdewletî yên li herêmê û dewleta tirk peymanên veşarî çêkirin û ev pêvajo dirêj kirin û qadek ji dewleta tirk re vekirin. Dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî bi van peymanan çêbû. Lewma gefên dewleta tirk gefine cidî ne û her cara êrişî herêmê dike, di warê eskerî de DAIŞ'ê bi ruh û can dike û bi vê dixwaze aramî ûa ştiya herêmê veguherîne aloziyekê."    MA / Mujdat Can