Kurê Ramazan Tûran: Em xwişk û biratiyek wiha naxwazin 2022-01-25 09:08:07 COLEMÊRG - Ferhat Tûran ê kurê Ramazan Tûran ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da, got: "Zilmeke din a bi salan e li kurdan tê kirin, li dîroka vê dewletê hat nivîsandin."  Li Girtîgeha Wanê Ramazan Tûranê 70 salî, di hucreya ku bi tenê lê dihat ragirtin jiyana xwe ji dest dabû. Diviyabû Tûran 14 rojan ji bo karantînayê di hucreyê de bimana, lê  22 rojan tê de hatibû hiştin. Her wiha Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin jî ne wesayîta cenaze ne jî darbest dabû ji bo cenazeyê Tûran. Ji xeynî vê nehatibû hiştin ku cenazeyê Tûran li nexweşxaneyê jî bê şûştin.    Tahdeya ku Ramazan Tûran pê re rû bi rû maye, xwe disipêre salên 1990'î. Tûran, di 4'ê Gulana 1959'an de li gundê Gise yê navçeya Çelê ya Colemêrgê hatiye dinê. Ji 9 xwişk û birayan ê mezin Tûran bûye. Heya sala 1995'an li gundê xwe bûye. Lê piştî wextekê wî jî nesîb ji polîtîkaya dewletê ya valakirina gundan girtiye. Di sala 1995'an de gava gundê wan tê valakirin, tevî malbata xwe koçî navenda Colemêrgê dike. Tûran, di sala 2008'an de tevî hevjîna xwe cardin diçe gund. Piştî diçe gund dest bi sewalvaniyê dike, ji bo debara xwe. Lê bi îfadeyên 'şahidên nepen' û îtirafkaran di sala 2011'an de bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kiriye' derbarê wî de lêpirsînek tê kirin. Ji ber vê lêpirsînê di 21'ê Nîsana 2013'an de tê girtin. Tûran, nêzî 2 salan di girtîgehê de dimîne. Lê piştî wextekê cardin bi heman îdiayê ceza lê tê birîn û di 31'ê Kanûna 2021'ê de cardin tê girtin.    Kurê wî Ferhat Tûran, gotina 'kurd û tirk xwişk û birayên hev in' a rayedarên dewletê bibîr xist û got: "Em xwişk û biratiyek wiha naxwazin."      'WELATPARÊZEK BAŞ BÛ'   Tûran, anî ziman ku bavê wî tim wekî 'welatparêzerî kurd' tevgeriyaye û jiyaye. Tûran got: "Li gund serê sibehê zû radibû, bax û baxçeyên xwe av dida û diçû nav erd. Gava dihat malê, şêniyên gund li derdorê top dibûn. Bi wan re meseleyên rojane nîqaş dikir. Şêniyên gundên derdorê jî pir ji bavê min hez dikirin. Gava meseleyek hebûna, ji bo helkirinê gazî bavê min dikirin. Bi taybetî jî gava li gund çalakiyek partiyê çêbûbûna, di serî de jin gazî her kesî dikir. Her wiha di çalakiyên wekî Newrozê de jî bavê min gazî me dikir û dixwest em kincên xwe yên herêmî li xwe bikin. Paşê em bi hev re diçûn."    'RÊYA XWE ŞAŞ NEKIN'   Tûran destnîşan kir ku bavê wî tim ji wan re digot "Li cem gelê xwe bin, qethiyen rêya xwe şaş nekin' û got: "Me bi felsefeya doza me û tevgera me emzin kir. Em bi wê feraseta ku bavê min da me mezin bûn. Tim digot, qethiyen li ber neheqiyê serî netewînin û bi yek bin. Gava di navbera du gundan an jî xizman de hisûmetek çêbûbûna, bavê min li teref ên neheqî li wan dihat kirin bû."    'KINCÊN WÎ NEDANÊ'   Tûran, anî ziman ku bavê wî tim li ber neheqiyê rabûye û got: "Bavê min heya jiyana xwe ji dest da, tam 22 rojan bi tena serê xwe di hucreyekê de hat hiştin. Me tu xeber jê negirtin. Me gelek caran telefonî girtîgehê kir, lê tiştek nekirin. Ji ber ku di karantînayê de bû me dengê wî jî nebihîst. Me kinc jê re şandin, ew jî nedane wî."    'ZILMEK DIN JÎ LI DÎROKA XWE NIVÎSÎN'   Tûran, destnîşan kir ku bavê wî bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin û di dema rapora otopsiyê de gazî parêzeran nehatiye kirin. Tûran got: "Dozger, beriya otopsiyê gazî min kir ez çûm morgê. Tenê çavên bavê min rê min da. Deverên din ên laşê wî rê min neda. Tenê pirsî, 'Ev bavê te ye?' û paşê ez derxistim derve. Di cenazeyê bavê min de jî tahde û zilm li me kirin. Qeyûmê Wanê daxwaza me ya ji bo ambulans, wesayîta cenaze û darbestê red kir. Me xwest em cenazeyê xwe serê sibehê veşêrin, lê qebûl nekirin. Gava me cenaze bir, tim em nerihet kirin. Zilm li me kirin. Zilmeke din a bi salan e li kurdan tê kirin, li dîroka vê dewletê hat nivîsandin. Bavê min ev titş heq nekiribûn. Tu mirî tiştekî wiha heq nake."    'EM BIRATIYEK WIHA NAXWAZIN'   Tûran, bilêv kir ku rayedarên îqtidar û dewletê tim dibêjin 'kurd û tirk xwişk û birayên hev in' û got: "Ger xwişk û biratî wiha be, em xwişk û biratiyek wiha naxwazin. Nehiştin em cenazeyê xwe jî bişon. Ma em ê çawa bi van kesan re bibin xwişk û bira? Qeda bi xwişk û biratiyek wiha bikeve. Bira li bira wisa nake. Gava te ji yekî re got bira an jî xwişk, meriv canê xwe jî feda dike. Lê tiştên dewletê li me kir, li ber êavan e. Ma mirov zilmek wiha tîne serê xwişk û birayên xwe?"   'EM BIBIN DENGÊ GIRTIYAN'   Tûran, destnîşan kir ku ji xeynî bavê wî cenazeyê gelek girtiyên din jî ji girtîgehan derketine û ji bo dawî li van mirinan bê got: "Em bibin dengê girtiyan."    'TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME'   Tûran, di dawiya axaftina xwe de got: "Heya dilop xwîn di canê min de hebe ez ê têkoşîna bavê xwe bidomînim û neheqiyê qebûl nekim. Ji bo careke din zilmek wiha neyê serê tu kesî ez ê bitêkoşim."    MA / Mazlûm Engîndenîz