5 girtî ji ber 'bêewlehiyê' dest bi greva birçîbûnê kirin 2022-01-25 09:10:22 AMED - 5 girtiyên di Girtîgeha Tekirdag a Jimare 2'yan a Tîpa F'yê de, bi hinceta ku ewlehiya canê wan tune ye dest bi greva birçîbûnê kirin.  Li Girtîgeha Tekirdag a Jimare 2'yan a Tîpa F'yê ku di 19'ê Kanûna 2021'ê de girtiyê siyasî Vedat Erkemn bi awayekî gumanbar lê jiyana xwe ji dest dabû, bi binpêkirinên mafan cardin bal kişand ser xwe.    DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIRIN   Mehmet Suleyman Ûçagan, Tûrfan Îlbaş, Huseyîn Karadaş û du girtiyên ku navên wan nehatin hînbûn ên di Girtîgeha Tekirdag a Jimare 2'yan a Tîpa F'yê de ku bawer nakin hevalê wan Erkmen xwe kuştibe, bi hinceta "ewlehiya canê wan tune ye" dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyan bi rêya telefonê ragihandin ku ji 17'ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirine.    Girtî Mehmet Suleyman Ûçagan, di hevdîtina vekirî de hin agahiyên têkildarî mirina Erkmen de bi birayê xwe Kubbettîn Ûçagan re parve kirin.    ‘DIBE BÊ SERÊ ME JÎ'   Kûbbettîn Ûçagan, got: "Îdareya girtîgehê bi zorê qawîşa Erkmen guherandiye. Erkemn ev yek qebûl nekiriye. Ji ber vê bi êrişeke fizîkî re rû bi rû maye. Pişt re wî birine xistine hucreyê û paşê gotine Erkmen xwe kuştiye."    Ûçagan, ragihandiye ku hevalê wan Erkmen ne yekî wisa bûye ku xwe bikuje û ji birayê xwe re gotiye tiştên hatine serê Erkmen dibe bê serê wan jî.    Ûçagan, bilêv kir ku di hevdîtina dawî ya bi telefonê de birayê wî gotiye tevî 4 girtiyan di 17'ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê kirine. Ûçagan, destnîşan kir ku birayê wî û hevalên wî xwestine pêkanînên kêfî yên li girtîgehê, ferzkirina lêgerîna tazî, ragirtina di hucreyên yekkesî de, avaêtina ser qawîşan û zextên derûnî bi dawî bibin.   Ûçagan, ji bo şert û mercên girtîgehan baş bibin û dengê girtiyan bê bihîstin bang li saziyên têkildar û rêxistinên civaka sivîl kir.    GEF LI WAN HAT XWARIN   Sevgul Karadaş, hevjîna Huseyîn Karakaş di greva birçîbûnê de jî anî ziman ku hevjînê wê û hevalên wî yên bawer nakin Erkmen xwe kuştiye, piştî diçin li dozgeriyê îfadeyê dane gef li wan hatine xwarin.    Karakaş, bilêv kir ku ew zextên li ser girtiyên li dijî pêkanînên dijmirovî, êrişên fizîkî, gefan û avêtina ser qawîşan dest bi greva birçîbûnê kirine qebûl nakin û xwest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.    MA / Mehmet Guleş