Rojnamevan Nebî: Ya ku Kobanê rizgar kir felsefeya Ocalan bû 2022-01-25 09:12:55 RIHA - Rojnamevan Xezne Nebî ya li Kobanê berxwedana ku li dijî DAIŞ'ê 135 roja berdewam kir şopand anî ziman ku ya Kobanê rizgarkirî felsefeya Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan bû û wiha got: "Ciwanê ku ji çar parçe Kurdistanê hatin Kobanê bi baweriya wê îradeyê hatin cem hev û Kobanê rizgar kirin." DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de ji sê milan ve êrişî, Kantona Kobanê kir. Kobanê piştî şerê navxweyî yê Suriyeyê dest pê kir, bi ragihandina rêveberiyên xweser ên li Cizîrê û Efrînê re jîn dabû Şoreşa Rojava. DAIŞ’ê xwest bi êrişên li ser Kobanê re Şoreşa Rojava têk bibe. Li hemberî vê yekê şoreşgerên enternasyonal jî di nav de bûn ji çar hêlên Kurdistanê û dinyayê însan herikîn ser sînor. Kesên li ser sînor ji mirovan zincîr avakirin, kesên li Kobanê li ber xwe didan silav kirin û berxwedan her roja ku diçû mezintir dibû. Dema berxwedana ser sînor berdewam dikir, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo piştevaniya gelê Kobanê gel rabû ser piya û deng û piştgirî da berxwedana Kobanê.      BAJAR RIZGAR BÛ   Dema li bajêr şer diqewimî, ligel hemû êrişê leşker û polîsan ên li Pirsûsê, berxwedanên hatin dayîn ji Kobanê re bûn bêhn. Li Kobanêya bi hezaran keç û xort ketin bin axê, ligel derfetên kêm jî teslîmî tariyê nebû. Di encama berxwedana 134 rojan de ji DAIŞ’a saw xist nava hemû cîhanê re jî çok danenî û berxwedana serdemî bajêr di 26’ê Çileya 2015’an de bi temamî ji DAIŞ’ê paqij kir û azadiya Kobanê ragihand.    Kobanê ya ku mohra xwe li rojeva cîhanê da û dîrokek û berxwedanek bêhempa da nivîsandin û ji her bihostên cîhanê piştevanî hat dayîn, di heft salên derbasbûyî de bû mijarên gelek makale, nûçe, belgefîlm, çîrok û pirtûkan. Rojnamevan Xezne Nebî ya ku 134 rojan berxwedana bêhempa şopand, di salvegera rizgarkirina Kobanê'de êrişên ku li ser bajêr berdewam dike û jiyana nû li Kobanê hatiye afirandin ji bo ajansa me Mezopotamyayê (MA) nirxand.    DEMA REJÎMA BASS    Nebî bibîrxist ku zarokatiya wê li kuçe û cadeyên Kobanê derbas bûye, li wan kuçe û kolanan ku lîstik dilîst 134 rojan berxwedan şopandiye û wiha got: "Berî Şoreşa Rojava li Kobanê desthiladariya BASS'ê hebû. Taybetiyên Kobanê hebûn. Tevgerên kurd li Kobanê xwe rêxistin kiribûn. BASS axaftina kurdî qedexe kiribû, xwendevanek, xwendekarek qala hebûn û nebûna kurda dikirin dihatin girtin. Kurd dibêjin, 'Kuştina bi pambû heye' gelek cara kurd bi pambû ser jêr kirin. Sîyaseta BASS'ê li hemberî kurdê daxwaza mafê xwe dikin siyaseta serjêkirina pambû bû. Berî ku ti his bike ti dihatî kuştin. Di doza kurdewarî de ti dihatî kuştin."   ŞOREŞA ROJAVA   Nebî bal kişand ser pişti şoreşê tabloya dema rejîma BAAS'ê berovajî bûye û axaftina xwe berdewam kir: "Rejîma BAAS 3 sereke yê jiyanê xistibûn destê xwe; nan, kehreba (ceyran) û av. 19'ê Tîrmehê destpêka şoreşê ev ji destê desthilatdariyê hatin derxistin. Li pêşengiya ciwan û jinan jiyaneke nû hat afirandin. Bi pêşengiya felsefekî berî salên dirêj ku derbasî Kobanê bûbû dîsa geş bû. Şoreşê jî vê felsefe bêhn stand. Ev felsefeya birêz Ocalan bû. Guhartinêk hebû em li hemberî vê guhartinê şaş mabûn. Alozî li Surî mezin dibû lê li Kobanê şoreş derket pêş. Xeta 3'yemîn dihat nasîn. Ti kesî nedixwest vê xetê nas bike. Hewldana pambûyê ku serjê dikir êdî bi şoreşê re bû balîvê rehetiyê. Rejîma BAAS, dixwest bi pambû serjê bike, Rêveberiyea Xweser ew pambû kir bahlîv. Jiyaneke aram hat afirandin."   'KOBANÊ BAJAREKÎ STRATEJÎK BÛ'    Nebî da zanîn ku Kobanê li herêmê bajarekî stratejîk e û got: "410 gundê Kobanê hene. Di heman demê de Kobanê, sînorên Surî û Tirkiyê dike bin kontrola xwe. Kobanê deriyeke ji bo Heleb û Reqqayê. Kobanê, ji bo Behra Spî deriyek e."   'ME ÊŞ Û BERXWEDAN DÎT'    Nebî anî ziman ku dema DAIŞ nêzî bajêr bû şer derket holê û wiha got: "Rewşa Şengalê carek din derket holê. Gelek kes ji bajêr derketin. Qetlîam çêbûn. Mirovên ku carek nedihat xeyalê wan Kobanê terk bikin, Kobanê terk kirin. Însanên xizmeta axa xwe kirin, bêpêlav ji bajêr derketin. Me ev êş dîtin. Me ev êş, girî bi kamerayann qeyd kirin. Peyv ne bes in ji bo êşê. Lê li hemberî vê êşê me berxwedan jî qeyd kir. Cara yekemîn şerek wisa hebû li Kobanê lê li hemberî wê cara yekem berxwedan jî di hat kirin. Dayîkan zarokên xwe bi destê xwe kirin şervan û rêkirin şer. Dayîkan zarokên xwe bi destê xwe spartin axê. Li Kobanê şerê hebûn û nebûnê hat kirin. Ti carî li Kobanê hêvî nehatin şikestin. Di nûçeyên me de her dem berxwedan hebû. Heya dawiyê Kobanê neket."   'XWÎNA KURDAN LI SER AXA KOBANÊ RIJIYA'   Nebî li ser berxwedana hat dayîn sekinî û wiha domand: "Cîhanê Berxwedan Kobanê bihîst. Mecbûr man mudaxile bikin. Zarokên gelê kurd DAIŞ'ê hem li Mûsilê hem jî li Sûriyê dan rawestandin. Kobanê ne bi tenê nema, ji çar parçeyan ciwan hatin Kobanê. Bû malê cîhanê lê berî wê jî malê Kurdistanê ye. Xwîna ciwanên ji 4 parçeyên Kurdistanê li Kobanê tevlîhev bûye. Gelek ciwan şehîd bûn. Ji bo me ya herî xemgîn nûçeyê şehîdbûna şervanan bû. Ji bo rizgarkirîna Kobanê rol û mîsyona çapemeniyê hindik be jî lê gelek girîng bû. Li Kobanê jin jî bi rolek mezin rabûn. Li Kobanê fermandarên şer jin bûn. Jinên extiyar jî çek kiribûn destê xwe û şer dikirin. Jin lingên sereke yên berxwedanê bûn. YPJ cara yekemîn li ber terora mîna DAIŞ'ê sekinî. Hemû cîhan ji DAIŞ'ê ditirsiya lê jinên kurd di refên pêş ên berxwedanê de cih girtin û vê tors û xofê belav kirin."    'BAWERÎ Û ÎRADE...'    Nebî destnîşan kir ku felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir ku Kobanê rizgar bibe û wiha axivî: "Kobanê bajarê cara yekemîn e ku birêz Ocalan derbas bûbû wir û di ser wir de jî li derbasî Sûriyê bûye. Biryara serkeftinê bi vê felsefe dest pê kir. Îrade û baweriyek heta serkeftinê li ber xwe da. Vîna felsefeya birêz Ocalan bû. Keç û xortên ji 4 parçeyên Kurdistanê hatin Kobanê ji ya xwe de neketin. Banga birêz Ocalan a ji bo xwedî derketina Kobanê bû sedemê rizgariya Kobanê. Kobanê biçûk bû lê dilê wê mezin bû. Ev gotin ya fermandarê tevgera azadiyê bû. Ev gotin ji mefteya rizgarkirîbû. Dema gel vê gotinê dibihîst bi moral dibû."    'KOBANÊ RIZGAR BÛ LÊ ÊRIŞ BERDEWAM DIKIN'    Nebî bal kişand ser salvegera 7'emîn a rizgarkirina Kobanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di erefeya salvegera 7'an de îro jî êriş berdewam dikin. 20'ê Çile DAIŞ'ê êrişî Hesekê kir. Di salvegera dagirkirina Efrînê de êrişan dest pê kir. Salvegera rizgarkirina Kobanê nêz dibe êriş û bûyer zêde dibin. Hesreta Erdogan û tirkan ew bû bikevin Kobanê. Ev hesret hêjî berdewam dike. Ji destê wan were wê Kobanê rojana dagir bikin. 7 sal berê Kobanê rizgar bû lê şer 7 sal in berdewam dike. Li dijî kesayetan sûîkast çêdibin. Gelek kes şehîd xistin. Cihê ku ti dixwaze her roj xira bikî lê li ber çavê te şîn dibe. Vê qebûl nakin. Tirk li herêmê gelek êrîş dikin. Şerê leşkerî, derûnî, sûîkastan û taybet meşandin û dimeşînin lê encam negirtin û wê negirin. Niha di destê wan da tenê girtîgehên ku çeteyên DAIŞ'ê tên girtin mane. Lê dîsa nikarin encamê bigirin."    MA / Emrullah Acar