Tevî delîlan jî ev 7 sal in di girtîgehê de ye 2022-01-25 10:34:47   AMED – Hasan Uyanik yek ji wan kesan e ku di doza kuştina Yasîn Boru û 3 welatiyên din ên di çalakiyên Kobanê de hatibûn kuştin de tê darizandin. Bi delîlan aşkere bû ku di dema kuştina van kesan de Uyanik li wir nebû lê tevî vê yekê jî cezayê muebbetê lê hat birîn. Uyanik ev 7 sal in di girtîgehê de ye.    Çalakiyên Kobanê piştî êrişên DAIŞ’ê yên di 15’ê Îlona 2014’an de dest pê kirin. Bi gotina Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku digot ‘Kobanê vaye ket ha dikeve’ jî ev çalakî mezintir bûn. Di dema van çalakiyan de gelemperî jê HDP’î, bi giştî 54 kes hatin kuştin. Lê tevî vê rastiyê jî, hikûmeta AKP’ê bi rêya darazê hewl da barê berpirsyariya van kuştinan têxe stûyê HDP’ê. Li gorî dewletê, di van çalakiyan de 37 kes hatibûn kuştin û yek ji hinceta vekirina doza ji bo girtina HDP’ê jî ev bûyer tên nîşandan.    Di çalakiyên Amedê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan lê tenê ji bo kuştina Yasîn Boru yê HUDAPAR’î û 3 kesên din doz hate vekirin. Di dozê de 41 bersûc tên darizandin û doz li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Heta niha gelek skandal derketin holê. Di pêvajoya darizandinê de aşkere bû ku Ersîn Adiyaman di dema bûyeran de li leşkeriyê bû, Ahmet Arif Yûsûfoglu li girtîgehê û Yildiz Doganay jî li nexweşxaneyê bû. Bersûc, li ser îfadeyên şahidên aşkere û nepen tên darizandin. Her çend ku dadgeha bilind biryara di derheqê 25 bersûcan de xera kiribe jî, ev kes ji nû ve hatin darizandin û cezayên girtîgehê yên cuda lê hatin birîn.   Yek ji bersûcên vê dozê jî Mazlum Îçlî bû. Îçlî di dema çalakiyan 14 salî bû û derket holê ku 140 km’an ji cihê bûyerê dûr bû. Lê tevî vê jî ji Îçlî re 124 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hat birîn.   Di vê dozê de yek ji bersûcên din jî Hasan Uyanik e ku bi cezayê muebbetê tê darizandin. Neheqiya ku Uyanik lê rast hatî ji serpêhatiya Îçlî gelek cudatir nîne.    QEYDÊN HTS’Ê PIŞTRAST KIR   Du meh piştî bûyeran Uyanik di 6’ê Çileya 2014’an de li Taxa Kaynartepeyê di encama serdegirtina malê de hat binçavkirin. Di îfadeya xwe de anî ziman ku roja bûyerê saet derdora 14.00’an tevî hevalekî xwe li kafeyeke Hatboyuyê rûniştî ye. Uyanik dibêje ku piştre saet derdora 17.00’an de jî derbasî mal bûye û saet derdora 21.00’an de ji bo kirîna cigareyekî çûye dikanê ku bi qederê 5 deqeyan ji mala wan dûr bû. Lê tevî vê îfadeyê jî hate girtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê derheqê mijarê lêpirsîna xwe bi ‘nepenî’ meşand û piştre jî îdianame amade kir. Ev îdianame di 10’ê Adara 2015’an de pêşkeşî dadgehê hat kirin û doz hat vekirin. Heta vê pêvajoyê jî ji parêzerên bersûcan tu kesî nekarî mudaxilî dosyayê bibe.    Hasan Uyanik bi tewanbariya kuştina 4 kesan tê sûcdarkirin lê belê di qeydên HTS’ê de jî aşkere bû ku di dema bûyerê de 7 km’an ji cihê bûyerê dûr e. Di dîmenên di dosyayê de xuya bû ku Uyanik ne li cihê bûyerê ye. Li gel vê, di Rapora Şaxa Midûriyeta Tesbîtkirina Lêkolînkirina Cihê Bûyerê û Tespîtkirina Nasnameyê de jî aşkere bû ku têkildarî Uyanik de tu şopek nehatiye dîtin.    TEŞHÎSA LI SER WÊNEYAN   Di dosyaya sûcdarkirina Uyanik de tekane delîla tê nîşandan, îdiayên şahidên bi navên S.Ç. û M.A. ne. Di demên piştre de M.A. li dadgehê got ku dema li Emniyetê polîsan hinek wêne nîşanî wî dane û pirsa ‘gelo tu van kesan nas dikî yan na’ jê hatiye kirin. A. da zanîn ku polîsan zext lê kiriye û jê re gotiye ‘heke tu teşhîsê bikî dê cezayê te kêmtir bibe.’ Bi domdarî jî A. destnîşan kir ku polîsan gef li wî xwariye û ji ber zexta heyî bi ser hişê xwe ve çû ye. A. di berdewamê de jî wiha got: “Hinek kaxiz bi min dan îmzekirin ku parêzerê min li wir nebû. Ne xwendin û ne jî nivîsandina min heye. Li dozgeriyê jî polîs hebûn lewma jî min xwe rihet hîs nedikir. Di dema pêvajoya girtinê de min ji dadgehê re nivîsand ku di dema binçavkirinê de bi darê zorê îfadeyê min hatiye girtin.”    Yek ji şahidên di dosyayê de cih digire jî S.Ç. ye. Ç. ji bo Mazlum Îçlî û hinek kesên din ên teşhîs kiribûn digot ku di dema bûyeran de li wir bûn. Lê belê piştre derket holê ku ew kesên derheqê wan de ev agahî didan, di dema bûyeran de li cihên cuda bûn. Salek piştre jî şahidên nepen ên bi nasnavên “Kanarya” û “Zumrut” li dosyayê hatin zêdekirin. Her du şahidan jî îdia kirin ku di dema bûyerê de Uyanik li cihê bûyerê dîtine.   Tevî gelek delîlên şênber û îfadeyên şahidan ku hevdu nagirin, dadgehê cezayê muebbetê li Uyanik birî û Uyanik ev 7 sal in di girtîgehê de ye. Dayika wî Nazime Uyanik û xwîşka wî Avşîn Uyanik derheqê Uyanik de axivîn.    ‘BO XWE LI QURBANAN DIGERIYAN’   Avşîn Uyanik got ku wê rojê xelkê bajêr li dijî qirkirina li Kobanê dihat kirin bi awayekî demokratîk derket kolanan û wiha got: “Xelk çiqas aciz be em jî ewqas aciz bûn. Ji ber ku mijara behsa xeberê êrişeke li dijî Kurdan bû. Di vê pêvajoyê de gelek kes li kolanan hatin kuştin. Lê belê tenê kuştina yek ji van kesan nehat teşhîskirin. Tenê hin kesên hatibûn kuştin hebûn û ji bo wan li qurbanan digeriyan. Yek ji wan qurbanan jî birayê min bû.”    TIŞTEK NEGUHERÎ   Uyanik da zanîn ku çîroka birayê wê û ya Mazlum Îçlî dişibin hev û wiha pê de çû: “Di qeydên MOBESE’yê de xuya bû ku birayê min li wir nîne. Lê ev qeyd nedan dadgehê. Derket holê ku di dema bûyerê de birayê min li cihekî nêzî malê ye lê ev bû 7 sal ku girtî ye. Wê şevê ji bo cigareyê derketibû û dikan jî nêz bû. Lê cihê bûyerê gelek dûr e û mirov bi wesayîtê jî biçe bi qasî nîv saet dikêşe. Di dema bûyerê de her wiha bi telefonê gel xizmekî me diaxive. Tevî van agahiyan jî tiştek neguherî. Me got ger li dadgeha bilind tiştek dernekeve em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin. Ji ber ku em ji xwe piştrast bûn. Em pir mafdar in lê dîsa jî tiştek naguhere. Ev yek jî me bêhtir diêşîne.”    Di berdewamê de jî Uyanik bi lêv kir hinek şahidan gotiye ku birayê wê li wir nebû û wiha derbirî: “Lê tevî vê jî nehat berdan. Di van 7 salan de li gelek girtîgeha hat gerandin. Herî dawî jî ji Girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê veguhestin Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Tîpa H ya Erziromê. Ne tenê pêvajoya darizandinê, her wiha tiştên niha li girtîgehê bi serê birayê min tên jî me gelek diêşînin.”    ‘EM ERDÊ JÎ BIKOLIN EDALET JÊ DERNAKEVE’   Dayik Uyanik jî têkildarî mijarê wiha dibêje: “Kurê min bêsûc û bêguneh e. Em edaletê dixwazin. Xwedê jî vê zilmê qebûl nake. Kurê min tenê ji ber gotina şahidekî hatiye girtin. Wî kesî piştre îfadeya xwe guherand. Tekane daxwaza me ew e ku deriyên girtîgehan bên vekirin. Weke ku Emîne Şenyaşar dibêje, gelo edalet li ku ye? Em erdê jî bikolin edalet dernakeve.”    MA / Ceylan Şahîn