Parêzer Ateş: Di destê me de delîl hene ku komkujî birêxistî hatiye kirin 2022-01-25 12:12:12 ÎZMÎR - Parêzer Îmdat Ateş da zanîn ku gotinên kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer ên di danişînê de û rihetiya wî nîşan dide ku ev komkujî birêxistinî hatiye kirin. Îmdat diyar kir ku di vê mijarê de di destê wan de delîl hene. Duyemîn danişîna kujer Onur Gencer ku li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê êriş kiribû û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kiribû, duh hat dîtin. Tevî gelek baroyan, her wiha gelek partiyên siyasî, jin û rêxistinên mafên mirovan jî beşdarî danişînê bûn.  Her çend ku saziyên beşdarî danişînê bûyîn xwestibin tev li dozê bibin jî, ev daxwaza wan ji hêla şandeya dadgehê ve hat redkirin. Di danişînê de kujer Onur Gencer jî parastina xwe kir. Mîna di danişîna ewil de, di vê danişînê de jî Gencer gotinên ku malbat û beşdaran tehrîk dike bi kar anîn. Kujer Gencer got ku ji ber kuştina Poyraz ‘poşman’ nîne, ev komkujî bi hesta tolhildanê kiriye û dîsa gotinên ‘pir bixwîn û pir bikelex’ bi kar anî.    Di danişînê de parêzeran derxist holê ku kujer Gencer li odeya meqamê hatiye ezimandin û lewma gumanên wan ji lêkolîna cihê bûyerê hene. Parêzeran destnîşan kir ku dîmenên li cihê komkujiyê hatine kişandin perçe perçe ne û di navbera dîmenan de jî wext heye. Parêzeran got ew biguman in ku delîl tên veşartin û bal kişandin ser hevnegirtina gotinên şahidan. Şandeya dadgehê danişîn taloqî 29’ê Nîsanê kir.   Ji parêzerên dozê Îmdat Ateş têkildarî qewimînên di dozê axivî.    KUJERÎ BEŞDAR TEHRÎK DIKIRIN   Ateş da zanîn ku wan beriya danişînê kêm zêde dizanî bê ka Gencer dê çi bibêje û wiha got: “Beşdar ji axaftinên wî aciz bûn. Di parastina xwe de got; ‘ger ez 5 deqeyan zûtir biçûma dê min zewqa kuştina hîn bêhtir kesan bijiya.’ Van gotinan hem beşdar û hem jî malbat aciz kir. Lê parastineke dirêj nekir. Di parastina xwe ya kin de kîn, hêrs û hestên xwe yên nîjadperest anîn ziman.”    ‘DELÎLÊN NÛ HENE’   Parêzer Ateş diyar kir ku komkujî birêxistinî hatiye kirin û wiha pê de çû: “Lê derxistina vê rastiyê karekî hêsan nîne. Di destê me de delîl hene ku ev komkujî bi awayekî rêxistinî hatiye kirin. Ger ku di demên pêş de em bikarin vê mijarê bêhtir vekolîn, dibe ku hinek tiştên şênbertir bikevin destê me. Di vê danişînê de cara ewil got ku li Sûriyeyê rastî sûîqestê hatiye. Îfadeyên ajokarê texsiyê yên hev nedigirtin û fikarên wî jî dê di demên pêş de bêhtir zelal bibin.”    ÊRIŞEKE BIRÊXISTINKIRÎ YE   Ateş daxuyand ku kujer Gencer bi behskirina sûîqestê re nîşan da ye ku têkiliyên wî yên cuda hene û axaftina xwe wiha xelas kir: “Ji xwe nêrînên me yên di vê mijarê de hene. Liv û tevgera wî ya piştî hatina ji wir, têkiliyên wî, serdanên wî, trafîka pereyan, lêçûn û trafîka lêgerîna çekan tevek nîşan didin ku ew têkiliyên ava kirin li vir birêxistinî ne. Em bi vî awayî dinirxînin. Hêvidarim ev tişt di dawiya dawî de aşkera bibin.”   Parêzer Îmdat Ateş bang li her kesî kir ku beşdarî danişîna di 29’ê Nîsanê de bibin.   MA/Tolga Guney-Bêrîvan Altan