Ferît Şenyaşar: Heta edalet pêk were em ê li vir bin 2022-01-25 12:44:02 RIHA - Ferît Şenyaşar ê li ber edliyê nobeda edaletê didomîne got: “Heta edalet bicih were em ê ji ber deriyê edliyê neçin.” Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 323’yemîn de berdewam dike. Nobed ji 9’ê adarê ve didome. Emîne Şenyaşar ji ber nexweş bû nikaribû were cihê nobedê. Lawê wê Ferît Şenyaşar wek her sibehê hat ber edliyê û dest bi nobedê kir.    ‘QETLÎM HATIYE KIRIN’   Şenyaşar derbarê nobedê de axivî û got ji ber dayika wî nexweş bûye nikaribûye were nobedê. Şenyaşar bal kişand ser nobeda digirin û got: “Komara Tirkiyê heke dewletek hiqûqê be, li holê sûcek, qetlîamek heye. Ji Waliyê Rihayê bigire heta Serokkomar Erdogan her kes vê qetlîamê û zilmê dizane. Ji ber mebûsek îqtidarê di nava qetlîamê de ye, tu kes hewcedariya dewleta hiqûqê pêk nayîne.”    ‘HETA DAWIYÊ BERXWEDAN’    Şenyaşar da zanîn ku rayedariya dozgeran ji destê wan hatiye girtin û wiha got: “Ji ber rayeya dozgeran ji destên wan hatiye girtin, li ber edliyê ev zilm didome. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê edaletê bicih bînin. Bavê min û du birayê min hatine qetilkirin û birayek min jî 4 sal in girtî ye. Tevahiya gelên Tirkiyê vê zilmê dizane. Em ê li ber edliyeyê têkolşîna xwe bidomînin. Heta ku edalet bicih were em ê ji ber deriyê edliyeyê neçin.”     WÎJDANÊ WAN BÛYE KEVIR    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal jî vê peyamê parve kir: “Nobeda me ya edaletê wê hin kesan aciz bike! Heke dozgerên komarê empati bikirina û hay ji wîjdanên xwe hebûna, wê hewcedarî bi daxwaza me ya edaletê nemabûya. Wîjdanê evîndarên qoltixan bûye kevir û maye.”