HSD’ê 9 dîlgirtiyên li Girtîgeha Sînaayê xelas kirin 2022-01-25 13:07:32 NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan 9 dîlgirtiyên di destê DAIŞ’ê de, ji Girtîgeha Sînaayê xelas kirine û di operasyonên duh de jî 17 DAIŞ’î hatine kuştin.  Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî operasyonên hêzên wan ên li dijî Girtîgeha Sînaayê û li gundewarên rojhilatê Dêrazor û Reqayê daxuyaniyek da.    HSD’ê diyar kir ku hêzên wan 9 karmendên girtîgeha Sînaayê ji destê DAIŞ’ê xelas kirine û hûrgiliyên operasyonên xwe wiha parve kir: “Operasyonên lêgerînê yên hêzên me yên li Taxa Zihûrê berdewam in. Terorîstan xwe di nava sivîlan de veşartî ne û 5 terorîstên xwekuj li vir hatin kuştin. Di operasyona serdegirtinê ya li taxa Xiwêran a rojhilat de jî şer derket û 2 jê xwekuj bi giştî 9 çete hatin kuştin. Li hêla Çemê Xabûrê ku dikeve başûrê Hesekê, komeke çeteyan hewl dida bi hewara çeteyên li girtîgehê biçin ku di dorpêçê de ne. Di operasyona hêzên me de li vir 3 çete hatin kuştin.”    HSD’ê herî dawî jî da zanîn ku operasyonên hêzên wan li van herêmên navborî bi baldarî berdewam in.