Girtiyê di greva birçîbûnê de ye: Dibe ku cenazeyê me derkeve 2022-01-25 14:16:58 ÎZMÎR - Ozan Alpkaya yê li dijî zextan li Girtîgeha Kiriklarê çalakiya greva birçîbûnê didomîne got: “Êdî tu ewlehiya me nîne. Dibe ku cenazeyê me di bin navê ‘întîhar kiriye’ de derkeve.”    Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a di 28’ê mijdara 2021’an de li Girtîgeha Kiriklara Bûca Îzmîrê ya Jimara 2’yan a Tîpa F’yê hatiye destpêkirin berdewam dike. Ewilî girtiyên bi navê Sînan Durmaz, Onur Yilmaz, Abdullah Gunay, Sabah Dayan, Ozan Alpkaya, Halîs Daghan, Sertaç Kiliçarslan û Kenan Yildizbakan di 28’ê mijdarê de li dijî zextan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya wan di roja 59’an de ye. Di 27’ê kanûnê de jî bi zêdebûna zextan re girtiyên bi navê Mahîr Çakir, Şaban Sidal û Îbrahîm Tikan beşdarî greva biçrîbûnê bûn.    BI HATINA HAYDAR ALÎ AK RE ZEXT ZÊDE BÛNE    Zextan bi tayînkirina midûrê girtîgehê Haydar Alî Ak re dest pê kiriye. Ev midûr gefan li girtiyan dixwe û dibêje ku ew ê sepanên Esat Oktay Yildiran ên li Zindana Amedê bîne serê girtiyan.    Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ya Şaxa Îzmîrê parêzer Alî Îhsan Bey di 17’ê çile de xwestibûn bi midûr re hevdîtinê bikin lê belê midûr hevdîtinê red kiribû.    GEFAN DIXWE    Ji girtiyan Ozan Alpkaya di 23’ê çile de bi malbatan xe re hevdîtina telefonê pêk anî. Alpkaya destnîşan kir ku piştî ku Serpîl Kemalbay û parêzer xwestine bi midû re hevdîtinê bikin, midûr gefên dijwartir li girtiyan xwariye û ji ber van gef û guran ewlehiya girtiyan nîne.    'DIBE KU CENAZEYÊ ME DERKEVE’    Alpkaya bi malbata xwe re van agahiyan parve dike: “Êdî tu ewlehiya me nîne. Dibe ku cenazeyê me di bin navê ‘întîhar kiriye’ de derekve. Zext li ser me zêde bûne. Di laş û devên hevalên me di çalakiyê de birîn çêbûne. Divê her kes deng bide girtiyan.”    ‘DIVÊ BI LEZ Û BEZ GAV WERIN AVÊTIN’   Rêvebera KomeleyA Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE- TUHAYDER) Selma Altan destnîşan kir ku divê ji bo girtiyan bi lez û bez gav werin avêtin û ew ji jiyana girtiyan bi fikar in.    ‘LI PIŞT WÎ KÎ HEYE?’    Altan anî ziman ku li girtîgeha ku midûrê wê Haydar Ali Ak e zext her ku diçin zêdetir dibin û vê pirsê kir: “Ev zilam baweriya xwe bi kê tîne ku ewqas zilmê dike? Gelo li pişt wî kîjan hêz heye? Sicîla vî midûrî ne paqij e. Em difikirin ku rayedar vî midûrî diparêzin.”