Nobeda Edaletê di roja 71’emîn de ye: Em ê tecrîdê bişikînin 2022-01-25 14:41:56 AMED - Malbatên girtiyan îro Nobeda Edaletê li Parka Koşuyolu li dar xistin û diyar kirin ku zextên li girtîgehan ji ber tecrîdê pêk tên û ew ê tecrîdê bişikînin û peyama mezinkirina têkoşînê dan.  Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş ku nayên berdan û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan di roja 71’emîn de berdewam dike. Malbatan li Baroya Amedê dest bi nobedê kiribûn û îro çalakiya xwe veguheztin Parka Koşuyoluyê. Malbat li ber Peykerê Mafê Mirovan li hev civiyan û daxuyanî dan. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, nûnerên rêxistinên sivîl jî piştgiriya malbatan kirin û wêneyên girtiyan hatin hildan.      BANGA AZADIYÊ    Xwişka girtiyê nexweş Încî Guler xwest girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane werin berdan û bigihîjin azadiya xwe. Guler da zanîn ku her roja ku diçe rewşa girtiyên nexweş girantir dibe û banga piştgiriyê û bicihanîna yasayan û edaletê kir.    ‘EM JIYANÊ DIPARÊZIN’    Herdem Merwanî a bavê wê girtî ye jî diyar kir ku ji mehan zêdetir e nobedê digirin û got: “Hem mafê girtiyan ê hiqûqî û hem jî yê gerdûnî heye. Nemaze em bang li Wezareta Dadê dikin, girtiyên me berdin. Her roja ku diçe rewşa wan girantir dibe. Roja cenaze ji girtîgehekê derdikeve ew roj ji bo me şîn e. Divê xwedî li vê çalakiya me were derketin. Gavek berî gavekî girtiyan berdin.”    Merwanî destnîşan kir ku ew bi fikar in û ew naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin û ew mafê jiyanê diparêzin.    BERXWEDAN MEZIN DIBE    Parlamenter Dersim Dag jî anî ziman ku her roja ku diçe rewşa girtiyên nexweş û şert û mercên girtîgehan girantir dibe û bi vê yekê re jî zextên li ser girtiyan zêdetir dibin. Dag gazî rayedaran kir ku guh bidin daxwazên malbatan. Dag destnîşan kir ku ji ber tecrîd heye zextên li ser girtiyan zêde dibin û got: “Tecrîd li çar par parçeyên Kurdistanê û Tirkiyê belav bûye. Divê em tecrîdê ji cihê dest pê kiriye bişikînin. Li girtîgehan tecrîd berbelav bûye. Lê li miqabilî vê berxwedan jî mezin dibe. Ji bo şikandina tecrîdê em ê deng û têkoşîna xwe mezintir bikin. Wê nobeda malbatên me bi serkeftî encam bibe. Em ê her têkoşîna wan mezin bikin.”    Piştî axaftinan malbatan çalakiya rûniştinê li dar xistin û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Malbatan piştî çalakiya rûniştinê nobeda xwe ya îro qedandin.