Di operasyona HSD'ê de 550 DAIŞ'î teslîm bûn 2022-01-25 17:29:31 HESEKÊ - HSD'ê di derbarê operasyona li Hesekê de daye destpêkirin de agahî belav kir û diyar kir ku heya niha 550 DAIŞ'î eslîmî hezên wan bûne.  Li Hesekê operasyona ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) a li dijî DAIŞ'ê di 20'ê mehê de daye destpêkirin di roja 6’emîn de berdewam dike. Li gor agahiyên ku Navenda Ragihandinê ya Çapameniya HSD'ê belav kiriye di operasyona îro de 250 DAIŞ’iyên din teslîm hêzên wan bûne. Tevî DAIŞ'iyên duh hejmara DAIŞ'iyên ku teslîm bûne derket 550’an.   Operasyona ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn li dijî şaneyên rojhilat û başûrê taxa Xiwêran û di nava girtîgehê daye destpêkirin hêj jî didomîne.   HSD ji bo ku welatî neyên kuştin taxê vala kiriye. Operasyon bi yeko yeko kontrolkirina malan û lêgerina DAIŞ'iyan didome.   HSD'ê da zanîn ku li Girtîgeha Sînaayê 8 qawîş û beşekî din ketiye bin kontrola wan.