Bawer û 11 hevalên xwe bi mewziya ku çêkirin pêşî li ber komkujiyek mezin girtin 2022-01-25 18:36:31     HESEKÊ - Bawer Cûdî û 11 hevalên xwe bi mewziya ku çêkirin nehiştin bi hezaran DAIŞ'î ji girtîgeha li Hesekê birevin. Cûdî, tiştên di 20'ê Çileyê de li girtîgehê hatin serê wî û hevalên wî ji ajansa me re got.    Operasyonên Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên QSD'ê yên li hemberî DAIŞ'iyên di 20'ê Çileyê de êriş biribûn ser Girtîgeha Sînayê didomin.    DAIŞ'ê di 20'ê Çileyê de li Taxa Xwiran a Hesekê êriş biribûn ser Girtîgeha Sînayê û xwestibûn endamên xwe yên girtî ji girtîgehê xelas bike. Lê belê 12 peywirdarên ewlehiyên yên girtîgehê nehiştibûn DAIŞ'î birevin. Duh bi operasyoneke taybet 10 peywirdarên ewlehiyê yên Girtîgeha Sînayê hatibûn rizgarkirin. Piştî rizgarkirina 10 peywirdarên ewlehiyê hatibûn hînbûn ku 2 peywirdarên ewlehiyê jî jiyana xwe ji dest dane.    Yek ji peywirdarên ewlehiyê yên Girtîgeha Sînayê ku QSD'ê ew bi operasyoneke taybet rizgarkiribûn Bawer Cûdî, tiştên di 20'ê Çileyê de qewimîn û tiştên piştî 20'ê Çileyê hatin serê wan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re gotin.    Cûdî ku ji ber derbên ji serê xwe xwarine li nexweşxaneyê tedawî dibe, tiştên roja 20'ê Çileyê qewimîn bi vî awayî ragihandin: "Roja pêncşemê bû saet li dor 7an an 8'an bû. Teqînî çêbû di hundirê hepsê de. Di dema teqînê de em jî di hundirê hepsê de bûn. Me rahişt çekên xwe. Ez û çend hevalên xwe bûn. Em derketin derve. Mermî hatin. Em niakribûn derketana. Me bersiva wan mermiyanan da. Me çi qas bersiv dida, yekî çete di ber derî re derket û xwe avêt çeka min. Gava xwe avêt çeka min, min û wî li hev da. Wî xwest çekê bibe, min jî nedihişt. Hin çeteyên din jî hat alîkariya wî. Şûr di destên wan de bûn. Bi şûr li serê min dan. Gava li serê min dan ez ketim xwarê. Di wî şerî, di wê pevçûnê de min şarjora xwe ji çeka xwe derxist, lê çeka min li wir winda bû. Çi bi çeka min hat nizanim. Lê şarjor li gel min ma. Em derketin qatê jorê. Wan jî xwest li dû me werin qatê jorê û me bigirin. Wê gavê min rakir çeka hevalê Akif. Hevalê Akif li wir ma. Me berda, paşê bombeyek avêtin nav me. Ew bombe teqîya û hevalê Akif şehîd xist. Em jî li wir ketin, em birîndar bûn.      Em derketin jor, me qatê jor girt û me mewziyên xwe li wir çêkirin. Me derî saxlem kirin. Û me li qatê jor, me li ber xwe da. Me bersiva çeta dida. Fîşek dihatin me. Dixwestin ji qatê jêrê werin me bigirin, me ew li wir dikuştin. Lê belkî hinek gihabin derî, paş derî derbas kiribin, lê me gelek jê di hundir de hiştin. Me hejmarek pir mezin, me nehiştin derkevin. Bi wan fîşekan, me ji jor de li wan dida, me nehiştin derkevin. Paşê agir vêdixistin, li jêra me. Agir bi bînayê hemû xistin. Yanî dûman, agir... em şewitîn di hundir de. Lê dîsa me li ber xwe da. Em teslîm nebûn. Me hîna jî fîşekên xwe davêtin wan. Bang dikirin, navê min digotin 'were xwe teslîm bike.' Min xwe teslîm nekir. Gotin, 'Werin, va hevalên we li cem me hene, êsir in. Hûn jî werin.' Me dîsa xwe teslîm nekir."   Cûdî, bilêv kir ku bi mewziyeke ku çêkirin bi rojan li ber xwe dane û nehiştine DAIŞ'Î derkevin derve û got: "Paşê heval ji derve bi çekên giran, bi erebeyên zirxî dihatin. Min di şibakeyê re detsê xwe ji wan re li ba dikir. Alek di destê min de hebû, lê ala me hemû reş bûbû. Hevalekî di wesayîta Hamirê de jî destê xwe ji min re li ba kir. Ez ji xwe re fikirîm, 'Gelo wî hevalî got sebir bike, temam me te nas kir? Lê ew heval çi fikirî ez nema dizanim, lê ew kom çû, ew hevalên li derve. Nizam çûn plana me nîqaş bikin, ji bo werin me xelas bikin. Jixwe paş wê operasyonek wisa taybet çêbû. Bi çekên giran, bi doçkeyan, bi erebeyên zirxî hatin cihê ku em tê de bûn. Hatin wir, her hal xwestin me bibin. Ji ber ku deng hat min jî, hevalan  ba min kirin, gotin 'Hevalê Bawer, wer dakev jêrê, em te xelas bikin.'    Ez daketim, lê ji bîna hember mermî hatin min, ji bo ez dernekevim. Hamira hatibû min xelas bike, fîşek berê yên jorê dan. Piştî fîşek bera wan da, nema fîşek hatin min. Paşê hatin ji bo min xelas bikin derî vekirin. Çawa derî vebû min xwe avêt hundirê Hamirê. Gava min xwe avêt hundirê wê, hevalên bi min re j, xwe avêtin hundirê wê. Em bi vî rengî ji hundirê hepsê derketin."    PÊWENDIYA WAN BI YÊN DERVE RE HEBÛYE   Cûdî, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku DAIŞ'iyên xwestine firar bikin pêwendî bi yên derve re danîne û got: "Lê beriya wê, wexta em di hundirê bînayê de bûn pêwendiya wan bi derve re hebû. Bê ka cîhaz bi wan re hebûn çi bû. Bi hev re dişetxilîn. Ên derve digotin, 'em nikarin bên.' Yanî pêwendiya wan bi derve re hebû. Digotin, 'Werin me xelas bikin, em bigihîjin hev du. Em Hesekê bi dets bixin.' Deng dihat min. Gelo îja dengê telefona bû, yê cîhazan bû, ez nizanim. Bi qasî deng dihat min, ên derve jî digotin ew nikarin bin, zehmet e. Me bi vî rengî êrişên wan ên hovane dîtin. Min bi çavê xwe dîtin ku hevalan dişewitandin. Hevalek birîndar bû, li erdê bû, betanî û tiştine din avêtin ser wî hevalî û agir berdanê. Yanî hîna ruh di canê wî hevalî de hebû, lê agir berdanê û ew heval bi wî awayî şehîd xistin."   'BERXWEDANA ME PÊŞÎ LI BER QETLÎAMEK MEZIN GIRT'   Cûdî, destnîşan kir ku ji xeynî teslîmbûnê tu çareyeke DAIŞ'iyan nemabû û got: "Xwestin me jî teslîm bigirin, lê me xwe teslîm nekir. Niha heps hemû di bin kontrola QSD'ê de ye. Ew mewziyên ku me girtin, pir bi kêrî me hatin, pêşî li ber gelek qetlîaman girt. Wekî min di detspêkê de jî got, destpêkê belkî hinek ji wan derketibin, lê piştî me mewziyên xwe girtin me nehiştin çete derkevin. Gelek çete di hundir de man. Yanî kî ji wan derketa min fîşek diavêtin wan. Min nehiştin derkevin. Lê ev pir bi kêr hat ku çete negihîjin miletê me û qetliamek pir mezin çêbibe. Ev berxwedana me pêşiya gelek qetlîaman girt.    MA / Nazim Daştan